QSD'ê ragihand: 80 ji sedî yê Reqayê hatiye rizgarkirin

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD)'ê ragihand, ku di nava 5 rojên dawî de li gel taxên Tişrîn, Rimêla û Rewda gelek cihên girîng ên li bakurê Reqayê hatine rizgarkirin û got, 80 ji sedî yê Reqayê ji çeteyan hatiye paqijkirin.

Li ser rewşa dawî ya Pêngava Xezeba Firatê, ku 6'ê Hezîranê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk ve hate destpêkirin, Fermandariya Giştî ya QSD'ê daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya QSDʹê wiha ye:

"Di 5 rojên dawî de hêzên me (QSD) dest bi hemleyê kir û kelehên ku çeteyên DAIŞʹê li eniya bakur a bajarê Reqayê çêkirin kirin hedef. Ev cara yekem e ku hêzên me yên leşkerî li vê eniyê hemleyekê didin destpêkirin. Ji ber firehbûna vê herêmê, her wiha cûdahiya avahiyan û saziyên giştî yên wekî depoyên genim, aş û saziyên giştî yên li vê herêmê, ji çeteyên DAIŞ'ê hebû ku wê parastina wê mayinde be. Li pişt van hemûyan jî bargeha Tûgaya 17'an ku bi xwe jî bargeheke leşkerî ye, heye.

Li gel van xalên ku me rêzkirine û çeperên parastinê yên çeteyên DAIŞ'ê, gelek mayin li herêmê hatine çandin. Ji bilî van jî sivîlên ku çeteyên DAIŞʹê di wê herêmê de bi cih kirine, çeteyan texmîn dikirin ku hêzên me wê nikaribin li wir dest bi hemleya leşkerî ya li vê eniyê bikin. Ji ber vê yekê çalakiya me ya li vê herêmê bi hêza pêk hat û di demeke kurt de ziyanên kêm, encamên mezin bi dest xistin.

Hêzên me li eniya Kargeha Şekir a bakurê bajêr bargehên çeteyan derbas kirin û hemû mayînê ku çeteyan bi cih kirine derbas kirin. Hêzên me bi tevgereke leşkerî tevahiya tûgaya 17 û depoyên genim a bajarê Reqayê rizgar kirin. Her wiha ewlekariya hemû devera tûgaya 17ʹan pêk anîn.  Vê yekê kir ku kontrola wê deverê ji destê çeteyên DAIŞ'ê derkeve û hêza wê ya mayî jî belav bibe. Şervanên me pêşveçûna xwe dewam kirin û di taxan de jî li pey çeteyên ji wir reviyan ketin. Şervanan taxên Tişrîn, Rimêla û Rewda jî ji çeteyan rizgar kirin. Şervanan her wiha avahiya aş a di herêmê de ji çeteyan paqij kirin. Li van taxan di şer de hejmarek mezin çete hatin kuştin. Di hemleya me ya ku 5 rojan dewam kir de hêzên me û tîmên taybet bi sedan welatiyên sivîl rizgarkirin û ew birin cihên bi ewle. Miqdarek depoyên çekan ên çeteyan ketin destê şervanan.

Bi qedandina rizgarkirina tax û deverên navborî de hêzên me 80 ji sedî ji bajarê Reqayê rizgar kir. Niha jî hêzên me xebatên paqijkirina meydanên şer ji mayînên ku çeteyan bi cih kiribûn didomînin. Çeteyan bi hezaran sivîl wekî mertalên zindî bikar tînin û  hemû nirxên mirovahiyê binpê kirine.

Em wekî Fermandariya Giştî ya QSD'ê gurkirina eniya bakur a Reqayê piştî bêdengiyeke demdirêj beşek ji efsaneyên leşkerî yên rizgarkirina Reqayê hesab dikin. Ev bi ziyanên herî kêm pêk hat. Em vê yekê wekî xalên dawî yên hemleya Xezeba Firatê ku ber bi dawî ve diçe dibînin. Di vê hemleyê de mezintirîn rêxistina terorist a di Sûriyê de têk diçe. Em tekez dikin ku em ê heta dawî li pey bermahiyên teroristan bikevin."