Qraliyeta Yekbûyî di nava resesiyona herî xerab de ye

Aboriya Qraliyeta Yekbûyî di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 20.4 ji sedî di asta rekorê de kêm bû.

Li gorî Ofîsa Statîstîkan a Neteweyî ya Qraliyeta Yekbûyî, biçûkbûna meha Adarê dest pê kir, bi giranî meha Nîsanê pêk hat.

Ji ber şewba vîrûsa koronayê di tevahiya meha Nîsanê de tedbîrên mayina li malê hatin bi cih anîn û kar hema bêjin bi temamî rawestiya. Li gorî daneyên fermî hilberîn bi rêjeya 20 ji sedî kêm bû.

Aboriya welêt di çaryeka duyemîn de bi rêjeya 20.4 ji sedî di asta rekorê de kêm bû û bi vî rengî kete nava resesiyona herî giran a heta niha.

Li gorî ekonomîstan eger aboriya welatekî du çaryekan li ser hev biçûk bibe hingî dikeve nava resesiyona teknîkê.

Îflas zêde bûne û tê payin ku ji bo dema navîn bêkarî zêdetir bibe. Hejmara xebatkaran di navbera mehên Adar û Tîrmehê de bi 730 hezar kesî kêm bû.

Di meha Hezîranê de 300 hezar kes ji mirovên ji ber Covîd-19 naxebitin, alîkarî wernegirtin. Ji ber vê yekê jî tê payin ku xizanî zêde bibe.