Qirkirinê di sala 100. de Asûrî Suryanî li Xabûrê zevt kir

Serokê Seyfo Center Sabrî Atman da zanîn di 100’emîn sala qirkirina li ser gel pêk hatiye, xetereya li ser gel didome. Atman bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir.

Çeteyên DAIŞ’ê bi komkujî û êrîşên li dijî Asûrî-Sûryaniyên li Iraq û Sûriyeyê dixwaze qirkirinê carek din bike rojevê. Serokê Seyfo Center Sabrî Atman da zanîn di 100’emîn sala qirkirina li ser gel pêk hatiye, xetereya li ser gel didome. Atman bêdengiya hêzên navneteweyî rexne kir.

Gelê qedîm û kevn ê Mezopotamya û Bethnahrîn Asûrî-Sûryanî di sedsala 21’ê de bi tinebûnê re rû bi rû ye. Ev gelê qedîm ku ji şaristanî û împaratoriyan re malovanî kiriye, îro bi hejmarek bi sînor li her derê cîhanê dijin. ‘Li Iraqê 400 hezar, li Sûriyeyê 100 hezar, li Tirkiyeyê 20 hezar, li Lubnanê 50 hezar dijîn.” Ev gotin ên Serokê Seyfo Center Sabrî Atman in. Ev jî rewşa ku Asûrî Suryanî têde ne nîşan dide. Sabrî Atman der barê êrîşa DAIŞ’ê ya li Xabûrê ya li dijî gundên Asûrî pêk anîn de axivî û anî ziman ligel di ser qirkirina di 1915’an de li ser gelê Asûrî-Suryanî pêk hatiye 100 sal derbas bûye jî tehdîd hê didome. Atman got ku li pişt êrîşa DAIŞ’ê Tirkiye heye û wiha dewam kir: “Asûriyên li Xabûrê, welatiyên ku ji komkujiya 1915’an reviyan e. Ev çete vê hêzê ji AKP’ê digirin.Tirkiye wê neçar bimîne qirkirina sala 1915’an qebûl bike. Em ê têkoşîna vê bikin.” Em bi Sabrî Atman re li ser rewşa Asûrî-Sûryanî ya îro axivîn.

QIRKIRIN DIDOME 

Atman da zanîn ku wan 100 sal berê qirkirina ku Tirkiyeyê li dijî gelê Asûrî-Suryanî, Ermenî û Êzidî pêk hat diaxivî û got: “Lê îro qirkirin bi awayên cuda li ser gelê me tê meşandin. Li Iraqê piştî hilweşîna Saddam Huseyîn li ser gelê Asûrî-Suryanî qirkirinê destpê kir. Piranî Asûrî-Suryanî reviyan derveyî Iraqê. Li vir tenê mirov nemirin. Nirxên çandî yên 5-6 hezar sal berê hatin tinekirin. Çeteyên DAIŞ’ê yê dijminê mirovahiyê ne tenê mirov, nirxên çandî jî tine kirin. Herî dawî êrîşî gundên derdora Xabûrê kirin. 400 kes reviyan. Gelek kes hatin qetilkirin. Ev tevgereke paqijiya etnîkî ye. Ev berdewama qirkirinê ye. Dema mirov li dîroka Asûrî-Suryaniyên ligel perava Çemê Xabûrê dijîn binêre, mirov vê qirkirina dîrokî bi rehetî dibîne.

Asûrî-Sûryaniyên li rex Çemê Xabûrê dijîn, di sala 1915’an de ji ber qirkirinê ji Colemêrgê reviyan û hatin bajarê Simele ya Iraqê. Li vir di 7’ê Tebaxa 1933’an de bi komkuijiyekê re rû bi rû man. Di vê komkujiyê de 7 hezar Asûrî-Suryanî hatin qetilkirin.  Yên reviyan jî hatin gundên der dora Çemê Xabûrê. Asûrî û Suryaniyên îro li wir dijîn ji her du komkujiyan jî reviyabûn.  Gelê me li her derê rastî komkujiyê tê. Herî dawî rastî komkujiya DAIŞ’ê hatin.”

ŞERT Û MERCÊN JIYANÊ JI BO ASÛRÎ-SURYANIYAN NEMAYE

Atman bi lêv kir li Iraqê 400 hezar, li Sûriyeyê 100 hezar, li Tirkiyeyê 20 hezar û Lubnanê jî 50 hezar Asûrî-Sûryanî dijîn û got: “Ji bo Xiristiyanan li Rojhilata Navîn şert û mercên jiyanê nemane. Îro hêzên mezin li Rojhilata Navîn şer dikin. Gelên ku hejmara wan kêm e qetil dikin. Çanda mirovahiyê tine dikin. Li Nînova û Mûsilê ev çêbûn.  Çand û nirxên dîrokî tên tinekirin. Şert û mercên jiyanê ji bo Asûrî-Sûryaniyan nemaye. Ji ber vê yekê niha bi sed hezaran Asûrî-Sûryanî li kampên penaberan ên Urdunê dijîn.”

Atman bal kişand ser armanca di vir de û got: “Ev şerê parkirina hêzên mezin e. Polîtîkaya Amerîkayê ya li Iraqê ev e; ji bo Sunnî, Şîî û Kurdan qezenckirina statuyê ye. Lê di van wêneyan de ji komên din re cih nayê dîtin. Ji ber ku Xiristiyan û Asûrî-Suryanî ji berjewendiyên wan re xizmetê nakin di van wêneyan de cih nagirin. Ev jî Asûrî-Sûryanyan dike zorê. Divê xwe bi awayekî din bidin qebûlkirin. Ji bo vê jî gelek girîng e ku bi Kurd, Şîî û Sunniyan re tevbigerin.  Bi vê rê dikarin hebûna xwe bikin bin ewlehiyê. An jî wê gelê me bireve.

ROJAVA MÎNAK E

Li Rojava qebûlkirina hebûna Asûrî-Sûriyan gelek girîng e. Li wir bi gelê bindest re tevdigerin û di nav ewlehiyê de dimînin. An jî wê neçar bimana ji wir bireviyana. Li gorî min divê têkoşîna pêşxistina konfederalîzma demokratîk ya Birêz Abdullah Ocalan ji bo Rojhilata Navîn pêşniyar kiriye bê lezgîntirkirin. Li herêmê hemû ziman, ol û çand divê xwe îfade bikin. Rojava ji bo vê mînakek girîng e.”

LI PIŞT DAIŞ’Ê TIRKIYE HEYE

Atman got ku ger li pişt DAIŞ’ê  hinek hêz tinebûna wê evqas mezin nebûna û wiha axivî: “Li gorî min yek ji hêzên li pişt DAIŞ’ê Tirkiye ye.Ger Tirkiyeyê piştgirî nedaba wê di vê astê de komkujî çênebûya. Rêveberiya AKP’ê bi aşkera piştgiriyê dide vê. Ji ber vê Asûrî-Suryanî li dijî dewleta Tirk bi hêrs in.

Ligel ku di ser qirkirina li ser Ermenî, Asûrî-Sûryanî û Rûman de 100 sal derbas bûye jî Tirkiye qirkirinê înkar dike.  Zîhniyeta qirkirinê û metalîte didome. Ev zîhniyet Kurdan jî înkar dike. Lê hemû gel û raya giştî komkujiya Asûrî-Suryanî û Ermeniyan tînin ziman. Ev geşedanek girîng e.

Patrîka Ortodoks a Suryanî ji bo hemû dêran giştînameyek şand. Di vê giştînameyê de bang tê kirin ku li her derê xebatên lobî û bernameyên bibîranînê pêk bên. Em jî wek Seyfo Center bang li hemû saziyên Asûrî-Suryaniyan dikin ku di 100. sala qirkirinê de meş û konferansan pêk bînin. Niha li gelek deran amadekarî tê kirin. Li aliyê din li gelek welatan abîdeya Seyfo tê danîn. Di 24’ê Nîsanê de li Parîsê bi tevlîbûna 200 hezar kesî meş pêk tê. Heta Tirkiye qirkirinê qebûl neke têkoşîna me wê bidome."

DIVÊ BÊDENG NEMÎNIN

Atman di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Rastiyeke gel a welatê xwe terk kiriye heye. Ji welatên ku hatine bi heman pirsgirêkan re rû bi rû mane. Li Swêdê saziyên Asûrî-Sûryanî gelek aktîf in. Li Swêdê 120 hezar Asûrî-Sûryanî dijîn. Saziyên me di nava çalakiyan de ne. Lê ligel vê kêmasiyên mezin hene. Divê zêdetir rêxistin hebe, xebatên lobî hebin.

Qirkirina li Sûriye û Iraqê hatiye kirin tenê Asûrî-Suryaniyan eleqedar nake. Ev qirkirin sûcê mirovahiyê ye. Cîhan temaşe neke. Rayedarên Ewropa û Amerîkayê li şûna ku gotinên xweş bibêjin divê bikevin nava tevgerê. Divê lez bikin, li wir mirovahî tê qetilkirin.”