Qirkirina xwezaya Kurdistanê - II

Hawirdorparêz Ercan Ayboga diyar kir ku dewleta Tirk xwezayê jî weke amûreke leşkerî û siyasî dibîne.

Ji Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê Ercan Ayboga têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser xwezaya Kurdistanê ji ANF'ê re axivî.

Ayboga diyar kir, şerê ku dewleta Tirk bi salane li Kurdistanê dimeşîne bi du awayî bandorê li xwezayê dike û got, "Ji ber bombardûmana ku li dijî gerîla tê kirin, zindiyên li xwezayê tên kuştin, daristan tên şewitandin. Xisareke mezin li xakê dibe. Ne tenê şewat, her wiha xakê jî bi jehrî dikin, hem madeyê kîmyewî hem jî bermahiyên leşkerî li xakê direşînin. Bicihkirina mayinan jî yek ji van e. Daristan ne tenê li herêmên gerîla, her wiha li herêmên ku gerîla lê nînin jî tên şewitandin. Leşker darên li derdora qereqolan dibirin yan jî dişewitînin. Dewleta Tirk rêbaza şewitandina daran ji DYE'yê wergirtiye. Bêguman berê jî ev rêbaz hebû, lê belê DYE'yê ev yek di Şerê Vîetnamê de bi rêk û pêk kir. Her wiha mînaka Kolombiyayê jî dikare bê dayin."

Ercan Ayboga destnîşan kir ku şewitandina daristanan weke rêbazekî şer li dijî gerîla tê bikaranîn û got, "Lê belê ev yek ne tenê li dijî gerîla ye. Armanc bi taybetî ew e ku mirovên li herêmê bi zorê koçber bibin. Lewma bax û baxçeyên wan, qadên wan ên jiyanê tên şewitandin."

Ayboga destnîşan kir ku dewleta Tirk xwezayê li dijî Kurdan weke amûreke şer û zextê bi kar tîne û got, "Piştî Şerê Vîetnamê di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de bi navê ENMOD konvansiyonek hate amadekirin. Di konvansiyonê de hate raighandin ku nabe xweza weke çekek û amûrekê bê bikarnaîn. Gelek welatan mohra xwe dananîn binê wê konvansiyonê. Tirkiyeyê jî diyar kir ku ew di hin mijaran de dudil e û eger hin madeyên wê bên guhertin wê bipejirîne. Ji bo parastina çavkaniyên avê jî konvansiyoenek Neteweyên Yekbûyî heye. Di sala 1997'an de hate amadekirin. Tirkiyeyê mohra xwe dananiye binê wê jî. Ji ber ku bendavan weke amûreke stratejîk dibîne, xwe nade ber van peymanan."

Ayboga ragihand ku dewleta Tirk avê jî weke amûreke çekê bi kar tîne û got, "Dema ku mirov bala xwe didin ser hem şerê li vir hem jî bandora xwe ya li Rojhilata Navîn, dibînin ku di ziwakirina Mezopotamyayê de bandora xwe zêde ye. Bi rêya bendavên mezin avê li nava xaka xwe dihêle û dibe sedem ku av zêde negihêje Iraq û Sûriyeyê. Lewma qadên çandiniyê û ekosîstema li wan deveran zerareke mezin dîtin. Mînak sedema ziwabûna herêmên şênkahî yên li Başûrê Kurdistanê ev e. Vê polîtîkayê krîza avhewayê zêdetir kir. Vê yekê germahiya global bi xwe re anî. Her wiha li Îranê di sala 2017'an de li dijî Bendava Ilisû û bendavên din ên li Tirkiyeyê kampanya îmzeyan hate lidarxistin û zêdeyî 150 hezar mirovî îmze kirin. Ji ber bendavan wê qadên şênkahî yên li Başûrê Kurdistanê ziwa bibin û ba û bahoz wê zêde bibe. Ev jî wê bandorê li başûrê Îranê bike."

Sibe: Cemîl Aksû diyar kir ku divê hawirdorparêz aştiyê biparêzin.