Qirkirina Ermeniyan ji nûve tê Parlamentoya Fransayê!
Qirkirina Ermeniyan ji nûve tê Parlamentoya Fransayê!
Qirkirina Ermeniyan ji nûve tê Parlamentoya Fransayê!
Hate îdiakirin ku hikûmeta Fransayê dê di rojên pêş de dê projeya qanûna ku înkara qirkirina Ermeniyan sûc dihesibîne pêşkeş bike. lê ev pêşnûme beriya ziyareta serokomarê Fransayê ya Tirkiyeyê dê bi awayekî fermî neyê aşkerakirin.
Li gorî rojnameya Le Monde, hikûmet li gorî soza ku serokomar Françoîs Hollande di kampanyaya hilbijartinê de daye, dê pêşnûmeya qnûnê ya ku înskara Qirkirina Ermeniyan sûc dihesibîne dê pêşkêş bike. rojnameyê got;Ji ber sedemên dîplomatîk, beriya serdena serokomar Hollande ya ku dê li Tirkiyeyê pêk bîne daxuyaniyek fermî dê neyê kirin.
Hat gotin ku dê daxuyaniya fermî ya der barê pêşnûmeyê de dê çar mehan piştî serdana tirkiyeyê di serdena Ermenîstanê ya di Gulana 2014’an de pêk tê, bike. serdana Hollande ya Ermenîstanê di 16’ê kanûNê li Qesera Elysee di qebûlkirina nûnerên konseya Koordînasyona Rêxistinên Ermenî yên Fransayê de hat piştrastkirin.
Li gorî rojnameya Le Monde dê di 100’emîn salvgera Qirkirinê de di Nîsana 2015’an de di dema bîranînan de bê qebûlkirin.
Pêşnûmeya qaqnûnî ku Qirkirina Ermeniyan jî tê de înkarkirin qirkirina sûc dîtin di 2011’an de li parlamentoyê hat qebÛlkirin. Ev pêşnûme ji aliyê Dadgeha Makeqnaûnê de di sibata 2012’an de hat betalkirin.