Qîrîna mirinê a ji Mazgalê tê

Qîrîna mirinê a ji Mazgalê tê

Sal 24’ê Îlonê 1996. Cih Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. 30 girtiyên PKK’yî dema ku li korîdora girtîgehê li benda hevdîtinê bûn, gardiyan deriyên malta ji herdu aliyan ve digirin. Piştî bendê mayîna 3 demjimêran komkujî destpê dike. 10 girtî bi darên bibizmar û stor ve heta ku dikujin lêdidin, 23 jî jê giran birînar dibin. Di dema vê komkujiyê de rojnamevan û derhênerê Kurd Cemîl Ogûz ku di qawişa 23’an de ye dibêje, “Hêjan qîrînên wan di guhê min de vedidin.”

Her çendî ku derhêner Cemîl Oguz cih dabe xizmên girtiyên di komkujiya girtîgeha Amedê de hatine kuştin û şahidên girtiyên giran birîndar rizgarbûyî jî, Cemîl Oguz bixwe yek ji şahidane. Oguz ku di dema komkujiyê de di qawîşa 23’an a girtîgeha Amedê de ye, dibêje hêjan  qîrîna dengê wan di guhên min de vedidin. Oguz bûyerên wê demê rûdayî wiha vedibêje: “Em li qawişê rexê bûn. Qawîşa ez lê ya 23’mîn bû. Wê rojê yên 18 û 29 çûbûn hevdîtinê. Dema ku hevdîtin xilasbûyî me ji dengê hat zanî ku kêşeyek rûdaye. Lê ji ber ku girtîgeh bû em zêde li ser ne rawestiyan. Dema ku posta duwem çûn hevdîtinê, yek ji hevalên qawîşa 35’an, ji bo xwarina xwe dagire û legenê bixwaze dema zereqe vekir, gardiyanek ên li wir bigotina “Çima vedikî” qîr kir û mudaxele destpê kir. Gardiyanên ku her du aliyan deriyên malta girtin, girtiyên ku çûne hevdîtinê li korîdorên navberê rawestiyan. Piştî ku 3 seetan li wir asê man, ji herdu aliyan ve rastî êrîşekî tund tên. 10 girtiyên ku bi darên bibizmar û stor ve têne lêdan jiyana xwe ji dest dan, 23 jî giran birîndar dibin.

QÎRÎNA DENGÊ HEVALÊN MIN HÊJAN DI GUHÊN MIN DE YE

Di navbera me de tenê dîwarek hebû. Li aliyekê dengê qîrîna hevalên xwe dibîhîsî, li aliyekî din dest û lingên te girêdayî ne. Hinek hevalan xwest li derî bidin û bişkênin, hevalên me ên bo mirinê hatin lêdan di wê rewşa xwe de jî gotin ‘Çi dibe bila bibe, bi hevalên me ên din zirarê nebînin’. Tenê amûra me ya protestoyê jî, me li mazgalayan xist. Em derketin hewşê û me slogan avêtin. Ev bertek kêrî tiştekî nehat û qîrîna hevalên me ji guhên min naçe.”

MEJIYÊ WAN EW QAS PERÇE KIRIBÛN KU ME BI PEMBÛ DAGIRT

Ogûz dide diyarkirin ku, li girtîgeha Amedê mirinên herî xirab jiyan kirine û got, di êrîşê de serê hinekan perçiqandibûn, çavê wan derxistibûn, çermê hinekan serde anî bûı. Oguz destnîşan dike ku, “Eger hûn guleyekê li mirovekê bidin dê herî zêde saniyek du saniyeyan de bimirie, herî kêm ew qas êşê nakişîne.” Oguz bilêv dike ku, di belgefilmê de dema ku dayîka ji bo wergirtina cenazeyê kurê xwe tê û rastî wê menzereya tê herî baş wê demê hîs dike. Dayîkê digot “Meşiyê wan ew qas hatibû perçekirin ku me bi pembû seriyê wan dagirt.” Oguz bibîrxist ku, li derve li cihekê kuştin, lêdan û li girtîgehê kuştin ferqek pir mezin heye û wiha got: “Dema ku kesek hate girtin û şûnve, weke zagon êdî ew di bin ewlekariya dewletê de ye. Li wir neçare biparêze ne ku bikuje. Li Amedê mirinên herî xirab hatin kirin.”

EDALETA KU 17 SALE NAYÊ

Oguz bibîr xist ku, li rexmî ku komkujiya li girtîgeha Amedê ji aliyê Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê ve (DMME) hate mehkûm kirin jî, ev 17 sale doz berdewam dike û hêjan kujer nehatine cezakirin. Oguz da zanîn ku, “Me di belgefilmê de şahidiya piştî bûyeran dema ku sekreterê giştî ê Baroya Amedê Sezgîn Tanrikulu diçe girtîgeha Amedê jî. Sezgîn ku dibêje me doz bir Dadgeha Mafê Mirovan ya Ewropayê û digot, ew kesê wê rojê serpel (yuzbaşi) belkî îro fermandar be, ew kesê wê demê amirê polîsan belkî îro midûrê emniyetê be. Çawa ku tu kesê ceza negirt, em nizanin di aliyê îdarî de jî li kuderê ne.”

KURD BI SEDSALANE VAN QÎRÎNAN DIBÎHÎSIN

Oguz da diyarkirin ku, armanca wî a kêşana vê komkujiyê hovane, nedana jibîr kirine û got, bitaybet kurdan di salên 1990’an de zilmên pir mezin dîtin û ev komkujî jî perçeyek ji vê zilmê bû. Oguz anî ziman ku, “Kurd bi sedsalanin van qîrînan dibîhîsîn û ev hêjan didome. Hêjan duh li Lîceyê ciwanek hate kuştin. Ji vê rojê şûnde pêwîste em biryar bidin ku dê çawa van qîrînan rawestînin.” Oguz destnîşan dike ku, îro jî li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş ên terkî mirinê kirine hene û diyarkir ku, ev belgefilm ji bo bîranîna hemû girtiyan hatiye çêkirin.