‘Qeza’ yan kuştina sîstematîk?

Bi taybetî van du salên dawî li gelek bajarên Kurdistanê wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk pê li Kurdan dikin û wan dikujin.

Bi taybetî van du salên dawî li gelek bajarên Kurdistanê wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk pê li Kurdan dikin û wan dikujin. Di nûçeyan de ev bi navê ‘qeza’yê derbas dibe. Lê balkêş e ku ev ‘qeza’ bi taybetî di van 2 salên dawî de, ango piştî Berxwedana Xwerêveberiyê ya li bajarên Kurdistanê zêde bûye. Ji ber ku kuştinên bi rengê ‘qeza’yê yên bi wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk li bajarên Kurdistanê van çend salên dawî zêde bûne bala mirov dikişîne.

Gelo bi rastî ev ‘qeza’ ne yan kuştineke sîstematîk e? 

Dema ku mirov li tevgera wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk yên li bajarên Kurdistanê dinere, mirov dikare bigihije encamekê. 

Wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk li bajarên Kurdistanê di kuçe û kolanan de bê serî diçin. Li kuçeyên nav taxan bi leza herî zêde diçin, heke yên li kuçeyan xwe ji ber wan nedin alî kuştinên bi rengê ‘qeza’yê wê pir zêdetir bibin. Lê ji bo ku gel dizane ku ew bi niyeta kup ê li wan bikin dajon ser wan xwe ji ber wan didine alî û ji bo vê jî hejmara Kurdên ku bi rengê ‘qezayê’ ji hêla hêzên dewleta Tirk ve têne kuştin kêmtir in.

Bi taybetî jî li bajarên ku Berxwedana Xwerêveberiyê li wan hate dayin wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk pir bilez in. Di kolanan de jî dema ku wesayitên gel li pêş wan hebin; giran biçin an jî ji bo dema ku kurt rawestiya bin, weke mînubûsên navbajêr ji bo ku rêwiyan siwar bikin an jî daxînin, wesayitên zirxî yên polîs û leşkerên Tirk dikevine alarmê, ji hoparlorê bi ser ajokaran de diqêrin, dijûnan dikin û gefan li wan dixwin. 

Ev tevgera wesayitên polîs û leşkerên Tirk ên li bajarên Kurdistanê jî nîşan dide ku kuştina Kurdan a bi rengê ‘qeza’yê ne qeza, lê kuştinên bi zanebûn in.