Qeyûmê dagirker xwe tayînî seroktiya GABB'ê kir!

Qeyûmê Amedê Hasan Basrî Guzeloglu xwe tayinî ser seroktiya GABB'yê kir. Alîkarê ku Guzeloglu şandî civîna GABB'ê jî kursî dagir kir.

Duh civîna Meclîsê ya Serdema 2'yan a 2019'an a Yekîtiya Şaredariyên Anatoliya Başûrêrojhilat (GABB) çêbû.

Walî Hasan Basrî Guzeloglu ku li şûna Hevşaredar Selçûk Mizrakli bûyî qeyûm, her wiha xwe kire wekîlê seroktiya GABB'ê, ku 21'ê Hezîranê Mizrakli weke serokê GABB'ê hatibû hilbijartin. Guzeloglu tevlî civînê nebû ku Hevşaredara Şaredariya  Êlihê seroktiya GABB'ê dikir lê qeyûm Guzeloglu alîkarê walî ku navê wî diyar nebû şande civînê. Di civînê de ku Desteya Rêveberên Xwecih ên Demkratîk a HDP'ê hazir bû, ji bo qeyûm werin şermezarkirin belgeya helwestê hate xwendin.

Civîna meclîsê bi çarçoweya xala 14'an a rêziknameya GABB'yê bi pêşniyara endamên HDP'ê ku divê serokê nû yê yekîtiyê were hilbijartin, dest pê kir. Pêşniyarname hate qebûlkirin. Piştî qebûlkirina pêşniyarnameyê Şaredarê Şaredariya Şirnexê ya AKP'ê Mehmet Yarak got alîkarê walî wê biaxive lê endamê meclîsê yê HDP'yî, Şaredarê Erganiyê Ahmet Kaya got axaftina walî ne hiqûqî ye û li dijî vê helwestê nîşan da.

Alîkarê Walî li dijî axaftina Kaya kursî dagir kir û got, ''Ez li ser navê dewletê li vir im û nehêlim ku hûn dengdanê bikin. Jixwe serokê yekîtiyê heye û ew jî walî ye.''