Qeymeqamê Erdogan dîsa bi komirê li ser kar e
Li navçeya Artemêtan a Wanê Qeymeqamê AKP’ê Atif Çîçeklî du roj mayî ji bo hilbijartinê lez daye belavkirina komirê.
Li navçeya Artemêtan a Wanê Qeymeqamê AKP’ê Atif Çîçeklî du roj mayî ji bo hilbijartinê lez daye belavkirina komirê.
Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê di nava hefteyê de çûbû Wanê ku spasiya Qeymeqamê Artemêtan Atif Çîçeklî kiribû. Qeymeqam li pêşberî van spasiyan bê beramber nema.
Çîçeklî yê ku şaredarî xespkirî, di saetên şevê de zend û bend bada û komir danî li ber derê malan. Komira ku Çîçeklî belavkirî dîsa kesê nebir û li naveratê ma.
Çîçeklî berî du heftan dîsa komir belavkiribû, lê gel nerazîbûn nîşan da û komir negirtibûn.