Qeymeqam pirtûkên ‘cemaetê’ li xwendekarên seretayî belav kir

Qeymeqam pirtûkên ‘cemaetê’ li xwendekarên seretayî belav kir

Qeymeqamtiya Çigli ku ‘Li 81 bajaran Projeya 81 Pirtûkan’ bû sedema bertekên perwerdevanan. Di nava pirtûkekê de jin weke ‘mêş’ tê binavkirin, di pirtûkek din de jî leşkertî tê mezin kirin, mirovên xwediyê dîtina çep jî weke kesên ‘ketiye rêya xirab’ têne nîşandan. Têkildarî kampanyayê Şaxa Hêjmar 2 ya Egîtîm-Senê komîsyonek avakir û heya niha nêzî 100 pirtûk hûrkolîn kirine. Sendîkayê da zanîn ku, piraniya pirtûkên lêkolînkirine, sûc çêdikin.

Qeymeqamtiya Çigli di çarçoveya kampanyaya ‘Li 81 bajaran Projeya 81 Pirtûkan’ de nêzî 600 pirtûk li dibistanên seretayî bilavkirine û di nava van pirtûkan de îfadeyên nijadperestî, zayendperestî û meyla tundiyê çêdikin balê dikişîne. Di piraniya pirtûkan de propagandeya cemaetê tê kirin, her wiha kêmdîtina jinê rewa tê nîşandan. Di pirtûkek ya pesnê leşkertiyê dike jî yên ‘rastgir bin weke kesên leşkertiya xwe dikin û welatparêz’ nîşan dide û ên ‘çepgir jî’ weke ‘kesên ji rêya Xwedê derketine, mirovên xirab’ nîşan dide.

LI SER GILIYAN EGÎTÎM-SEN KET TEVGERÊ

Li ser giliyên belavkirina van pirtûkan Şaxa Hêjmar 2 ya Egîtîm Senê xebat da destpêkirin û sendîkayê komîsyonek da avakirin. Lêkolîn dan destpê kirin. Di encama hûrkolîna hemû pirtûkan de dê derbarê kesên pirtûk bilavkirine û saziyê de giliyê sûc bikin.

‘EM NE LI DIJÎ FÊRBÛNA XWENDINA ZAROKANIN’

Têkildarî bûyerê Sekreterê Şaxa Hêjmar 2 ya Egîtîm Senê Mûstefa Dûran ji ANF’ê re axivî û da diyarkirin ku, pêkanîna Qeymeqamtiya Çigli ‘bizanabûne’. Dûran got: “Di mijara qezenckirina fêrbûna xwendinê negengaze ku xebatek me ya astengkirinê hebe. Lê belê li gorî me di vê kampanyaya Qeymeqamtiyê ji dervey ‘fêrbûna xwendinê’ zêdetir armancek din heye.”

EV LI DIJÎ TÊGEHIŞTINA PEDAGOJÎK YA ZAROKANE

Dûran da zanîn ku, dema wan pirtûkên ji zarokan re bilavkirine hûrkolînkirine matmayî mane û got: “Naveroka pirtûkan bi giştî alîgirî têde heye… Jin tê biçûkxistin, pesnê tundiyê tê dayîn. Li aliyê din jî milîtarîzim tê pîroz kirin. mînak pirtûkên naveroka wan olî ji zarokan re neguncawin û li dijî têgehiştina pedagojîk ya zarokanin. Têgehên weke cehenem-biheşt di cîhana zarokan de tirsê çêdikin.”

Eğitim-Sen olarak kimsenin dini inancına karşı olmadıklarını fakat devlet eliyle her hangi bir dinin ön plana çıkartılmasını doğru bulmadıklarını kaydeden Duran, din ve vicdan hürriyetine saygı duyulması gerektiğini söyledi.

JI BO HÛRKOLÎNA PIRTÛKAN KOMÎSYON HAT AVAKIRIN

Dûran da diyarkirin ku, di nava pirtûkên bilav kirîn de gelek tiştên sûc çêdikin hene û got, di encama tesbîtên hûrkolîna komîsyonê de tê derbarê tiştên sûc çêdikin de serî li rêyên zagonî bidin.

‘EV NE YEKEM SÛCÊ QEYMEQAMTIYA ÇÎGLIYÊ YE’

Serokê Şaxa Hêjmar 2 ya Egîtîm-Senê Mûstefa Beyazbal jî got, beriya vê jî pêkanînên wiha yên Qeymeqamê Çîglî Ehmed Arabaci çêbûne û got, qeymeqam ji bo alîgirên xwe îmtîyazê dike.

‘PIRTÛKÊN HATINE HILBIJARTIN BADOREK NEBAŞ LI ZAROKAN DIKE’

Beyazbal da diyarkirin ku, pirtûkên hatine hilbijartin bandorek nebaş li zarokan dikin û got: “Dê bandorek nebaş û kûr li zarokên me ên mafê wan yê hilbijartinê tuneyî û tu çi bidiyê amadene bigirin bikin. Fikarên me hene ku ev pirtûkên ne pedagojîkin, ji dervey têgeha perwerdeya zaniestî û layîkin, dijî aqil û mantiqin, zayendperest û tundiyê normal dibînin dê birînên pir mezin di zarokên me de vebikin.”