Qetlîama Lîcê li Strasbourgê hat protestokirin
Qetlîama Lîcê li Strasbourgê hat protestokirin
Qetlîama Lîcê li Strasbourgê hat protestokirin
Êrîşa leşkerên Tirk a li hemberî girseya ku çêkirina qereqolê protesto dikir û di encama wê êrîşê ciwanê Kurd ê 19 salî Medenî Yildirim hat qetilkirin, li bajarê Strasbourg ê Fransa hat şermezarkirin. Bi sedan Kurdistanî û Tirkiyeyiyên ku li bajêr kom bûn, li hemberî kiryarên faşîzan ên hikûmeta AKP’ê mîtîngeke hevpar organîzekirin.
Mîtînga ku ji aliyê Komeleya Çandê ya Mezopotamya (AKM) hat organîzekirin û komeleyên Tirkiyeyî piştgirî dan, li Place Kleber a li navenda Strasbourgê pêk hat. Endamên Aksiyona Navçandî (ASTU), Konfederasyona Gelan a Demokratîk a Ewropa (ADHK), Navenda Çandê ya Elewiyan a Strasbourg (AKM) Û Federasyona Komeleyên Karkeran a Demokratîk (DIDF) jî beşdarî mîtîngê bûn.
Di mîtîngê de pankartên bi Fransî “Her cih Lîcê, her cih berxwedan”, “Taksîm jî, berxwedan jî li her cihî ye” ku hatin hilgirtin, wêneyên Medenî Yildirim û kesên di berxwedana Gezî hatin qetilkirin hatin hildan. Di çalakiya protestoyî ya rastî eleqeyeke mezin hat de bi sedan broşurên ku nêzîkatiya hikûmeta AKP’ê kiribû mijar hatin belavkirin.
RIDVAN TURAN: EM NE JI AKP’Ê JI XWE BAWER IN
Serokê Partiya Sosyalîst Demokrasî (SDP) Ridvan Turan ku di mîtîngê de ku got, “Kesek ji polîtîkayên AKP’ê bawer nake” destnîşan kir ku tevayî beşên civakê yên bindest divê ji AKP’ê zêdetir ji xwe bawer bikin û da xuyakirin ku ji bo aştî û azadiyeke rast pêk were divê çepgir, sosyalîst û şoreşger bibin yek.
Di axaftinên mîtîngê de nêzîkatiyên hikûmeta AKP’ê bi zimanekî tund hatin şermezarkirin û li hemberî polîtîkayên qetlîamker û zextker banga berxwedanê hat kirin.