Qetilkirina Tahîr Elçî hat protestokirin

Li bajarên Elmanya Mannheîm û Offenbûrgê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin.

Li bajarên Elmanya Mannheîm û Offenbûrgê, qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat protestokirin.

MANNHEÎM: Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk û Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk çalakiyek hat lidarxistin. Di çalakiyê de belavoka bi serenavê "AKP'ê Tahîr Elçî qetil kir" hat xwedin. Piştre bi qîrîna dirûşmeya "Kujer Erdogan" çalakiya rûniştinê pêk hat.

OFFENBÛRG: Li bajarekî din ê Elmanyayê Offenbûrgê jî, bi pêşengiya Dîe Lînke komkujiyên li Kurdistanê hatin şermezarkirin. Di çalakiya ku bi sedan kes lê amade bûn de Tahîr Elçî hat bîranîn. Li ser navê Dîe Lînke li vir mesajek hat dayîn û hat ragihandin ku li Kurdistanê di bin navê qedexeya derketina derve de komkujî tê kirin.

...