'Qesr' li Nantesê hat şermezarkirin: Bêdeng nemînin!
Kurd û dostên wan ên li Nantesê dijîn, êrîşên qirkirinê şermerzar kirin. Di çalakiyê de banga piştgiriya ji bo Kurdistanê hat kirin.
ANF
NANTES
sêşem, 31 gulanê 2016, 12:09
Kurdistaniyên li bajarê Nantes ê Fransayê dijîn, êrîşên AKP/Qesrê yên li hemberî Nisêbînê û tevahiya Bakurê Kurdistanê şermezar kirin.
Girseya gel a bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Engîn Sîncer û Komeleya Jinê ya Zînê li hev civiya, dest bi meşê kir. Di dema meşê de belavok hatin belavkirin û bang li gelê Fransayê û raya giştî ya navneteweyî hat kirin ku li pêşberî komkujiyên li Kurdistanê tên kirin, bêdeng nemînin.
Girseya gel bi heman armancê bi zimanên Fransî, Kurdî û Tirkî dirûşme qîriya.