Qedexeya li ser weşana ANF'ê çû ber destê DDB
Qedexeya li ser weşanên ANF'ê, ku piştî biryara şer a AKP'ê hat destnîşankirin, çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB).
Qedexeya li ser weşanên ANF'ê, ku piştî biryara şer a AKP'ê hat destnîşankirin, çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB).
Qedexeya li ser weşanên ANF'ê, ku piştî biryara şer a hikûmeta demkî ya AKP'ê hat destnîşankirin, çû ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB).
Piştî ku biryara Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyon (TÎB) a ji bo astengkirina weşanên ANF, ETHA, Ozgur Polîtîka, Yuksekova Haber ji aliyê Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Golbaşi ve hat erêkirin, parêzer Ramazan Demîr û Alî Denîz Ceylan li dij derketin. Lê belê ji ber ku sê meh di ser dijderketinê re derbas bû û dadgehê bersiv neda, serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) hat dayîn.
Ji Zanîngeha Bîlgî ya Stenbolê Prof. Dr. Yaman Akdenîz û ji Zanîngeha Enqereyê Kerem Altiparmak weke bikarhêner serî li DDB dan.
ALTIPARMAK: BI DESTPÊKIRINA OPERASYONÊ RE HATIN QEDEXEKIRIN
Altiparmak ku beriya niha li hemberî qedexeyên li ser Twitter û Youtube serlêdan kiribû û rê li ber rakirina qedexeyê vekir, vê carê ji bo serlêdana xwe ya ji bo malperên ANF û mûxalîf got, "Di ser dijderketina me ya destpêkê re 3 hefte derbas bûn. Di dema serlêdanên me yên ji bo Twitter û Youtube de DDB ji ber ku nûçe kevin bûbû, yekser biryar dabû. Youtube û Twitter bi vî rengî vebûbûn. Di vir de jî tiştekî bi heman rengî heye; Temamiya malperên hatine girtin xwedî xet û nêrîneke li ser nûçegihaniya Kurd e. Bi vî rengî em dikarin bi tenê nûçeyên dewlet destûra wan dide, werbigirin."
Altiparmak anî ziman ku biryara qedexekirina ANF'ê li gorî hukmê benda 8A a qanûna 5651'an hatiye kirin û got, "Lê belê di vê xalê de behsa pêşîgirtina li sûc, pêşîgirtina li binpêkirina mafê jiyanê tê kirin. Halbûkî 24 saet piştî vê operasyonê astengî hat derxistin. Bi destpêkirina operasyonê re çawa ev rîsk dîtin? Eger sûcekî beriya niha hebe, vê astengiyê nikarin bispêrin benda 8A. Bi nêrîna 'Ez operasyonê dikim, ji xwe vana wê weşanên sûc bikin' nabe ku biryareke bi vî rengî dûrî ji aqil bê dayîn. Li gorî xala pêwenîdar ANF û malparên din nikarin bên girtin. TC nikare li gorî qanûna xwe bigire."
DIBE KU BIÇE BER DESTÊ DMME
Altiparmak anî ziman ku eger Dadgeha Destûra Bingehîn biryarê nede ew ê qedexeyê bixin rojeva Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
PARÊZER DEMÎR: NAXWAZIN KOMKUJIYÊN LI HEMBERÎ KURDAN BÊN ZANÎN
Parêzer Ramazan Demîr jî der barê mijarê de ev nirxandin kir: "Di ser girtin û astengkirina weşanên malperên Kurd re dixwazin tiştên bi Kurdan tê kirin neyê bihîstin, neyê zanîn. Qenal girtin, dan girtin, rojname girtin, yên vî karî dikin avêtin girtîgehê. Bi kurtasî naxwazin komkujiyên li mûxalefetê bi taybetî jî li Kurdan tê kirin, ji aliyê gelên Tirkiyeyê ve bê zanîn."
Parêzer Demîr anî ziman ku ji ber agahiyên li ser komkujiya li Silopiyayê parve kiriye, hesabê wî yê Twitterê jî hatiye girtin.