Qedexeya li ser PKK'ê li Hannoverê hate şermezarkirin

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê, li dijî qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê çalakiyek hate lidarxistin.

Çalakî bi banga Meclîsa Gel a Hannoverê pêk hat û bi sedan ciwan tevlî bûn. Çalakgeran qedexeya li ser PKK'ê ya li Elmanyayê şermezar kirin.

Di çalakiyê de hate ragihandin, ku PKK misogeriya azadiya gelê Kurd e û qedexeya li ser PKK'ê jî peyameke li dijî gelê Kurd e.

Di çalakiyê de hate diyarkirin ku PKK vîn û hêviya azadiya gelê Kurd e. Çalakgeran tim û tim dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Azadî", "Bijî Rojava", "Weg mit Verbot der PKK" hatin berzkirin.