Qedexekirina çalakiya xizmên windayan hate protestokirin

Li Amedê qedexekirina çalakiyên xizmên windayan hate protestokirin.

Li Amedê bi pêşengiya ÎHD’ê her hefte ji bo windayan çalakî dihatin lidarxistin û ev çalakî piştre hatin qedexekirin. Vê biryara qedexekirinê ji aliyê ÎHD, TÎHV, Baroya Amedê, Odeya Tabîban û Înîsiyatîfa Heq hate protestokirin.

Daxuyaniya hevpar ji aliyê Endamê Komîsyona Windayan ê ÎHD’ê parêzer Hasan Yalçin hate xwendin. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin têkoşîna kesên ku xizmên wan hatine windakirin, têkoşîna heqîqet û edaletê ya erdnîgariya me ye û hate gotin: “Malbatên windayan bi salan e, li ber deriyên qereqolan, li dadgehan û li qadan aqûbeta xizmên xwe ji dewletê dipirsin û dixwazin heqîqet derkeve holê. Mixabin vê têkoşîna xizmên windayan ji aliyê dewlet û desthilatdariyên siyasî bi awayên cihê tên astengkirin.

Di 31’ê Çileya 2009’an de çalakiya rûniştinê ya ‘Bila winda werin dîtin, kujer werin darizandin’ li Amedê hate destpêkirin. Di hefteya 499’an de çalakî ji aliyê Walîtiyê bajêr hate qedexekirin.”

Yalçin di dûmahîka axaftina xwe de got: “Em ê têkoşîna xwe ya heqîqet û edaletê li her derê bidomînin û em ê têkoşîna xwe ji niha û şûnde geştir bikin. Em bang li dewlet û desthilatdariyê dikin ji dêvila ku çalakiyên xizmên windayan qedexe dikin divê hemû qedexe were rakirin, daxwazên dayîkan were bicihanîn, winda werin dîtin û kujerên wan werin darizandin.”