Qatarê bertîla ji mîlyonan da wezîfedarên FIFA'yê yên Afrîkî!

Qatarê bertîla ji mîlyonan da wezîfedarên FIFA'yê yên Afrîkî!

Qatar a ku wê Kûpa Cîhanê ya 2022'an lê bê lidarxistin, roj bi roj delîlên nû derdikevin holê ku bi bertîlê mafê organîsyona kûpayê bi dest xistiye. Rola Federasyona Klûbên Futbolê ya Navneteweyî (FIFA) û Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewropayê (UEFA) ya di skandala bertîlê de zelal dibe.

Şefê berê yê çapemeniyê yê Qatarê Fadîra El Mecîd ku di serlêdana li kûpa cîhanê de di nava heyeta Qatarê de cih digirt, ji kovara futbolê ya heftane ya France Football re axivî û anî ziman ku ew bûye şahid rayedarekî Qatarî bi mîlyonan dolarî bertîl daye wezîfedarên FIFA'yê yên Afrîkî. El Mecîd der barê vê bertîlê de detay aşkera kir û ragihand ku di dema hevdîtineke Çileya 2010'an de pêşniyara bertîla ji 1 mîlyon dolarî hatiye kirin.

El Mecîd der barê bûyera li paytexta Angola Luanda de derbasbû axivî û diyar kir ku li vê derê bi rêya wergêrekî pêşniyara 1 mîlyon dolar li wezîfedarekî FIFA'yê hatiye kirin û lihevkirin çêbûye ku ev kes di dengdanê de ji bo Qatarê dengê xwe bikar bîne. El Mecîd da zanîn ku li cihê ew jî lê amade bû, ji du rayedarên din ên FIFA'yê yên ji Afrîkayê re bertîl hatiye dayîn.