PYD wê biryara qedexeyê ya Elmanyayê li Berlînê şermezar bike
Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman a ji bo qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê, wê roja Şemiyê bi xwepêşandaneke girseyî li paytext Berlînê were şermezarkirin.
Biryara Wezareta Karên Hundir a Elman a ji bo qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê, wê roja Şemiyê bi xwepêşandaneke girseyî li paytext Berlînê were şermezarkirin.
Xwepêşandan ji aliyê PYD'ê ve tê organîzekirin û wê gelek hêzên çep û demokrat ên Elman piştgiriyê bidin.
Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê, roja 2'ê Adara 2017'an fermannameyek ji hemû eyaletan re şandibû û xwestibû, al/flamayên gelek partî û saziyên Kurdan bên qedexekirin, ku alên PYD, YPG, YPJ, PJAK, YXK û NAV-DEM'ê jî di nava wan de hene. Wezaretê dabû xuyakirin, ku ev fermanname 'nûkirin'a qedexeya li ser PKK'ê ye, ku ji sala 1993'an û vir ve li Elmanyayê di meriyetê de ye.
Ev biryar Wezareta Karên Hundir wê roja Şemiyê ji aliyê rêxistina PYD'ê ya Berlînê ve bi xwepêşandaneke girseyî bê şermezarkirin. Di çalakiyê de wê polîtîkaya hikumeta Elman a ji bo krîmînalîzekirina Kurdan jî were protestokirin.
Xwepêşandan wê bi dirûşmên "Azadî ji Rojava re" û "Têkoşîna li dijî krîmînalîzekirina PYD, YPG û YPJ" bê lidarxistin û tevî saziyên Kurdan ên li Berlînê wê gelek komên çep-sosyalîst ên Elman jî destekê bidin.
PYD'ê li ser xwepêşandanê daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, PYD nirxên demokratîk ên li Rojava û Şengalê diparêze, YPG/YPJ ji bo azadî, demokrasî û aştiyê li Rojava têdikoşin û ev bang hate kirin:
"Her kesên ji bo demokrasiyê radibin ser piyan, lazim e ji bo Rojava û Şengalê jî rabin ser piyan. Em, polîtîkaya krîmînalîzasyon û qedexeyê ya li ser PYD, YPG û YPJ'ê qebûl nakin."
BANGA TEVLÎBÛNÊ
Endamê Meclîsa PYD'ê Xebat Şakir nerazîbûn nîşanî biryara Elmanyayê da û destnîşan kir, ku ev biryar antî demokratîk e. Şakir bibîr xist, YPG û YPJ li dijî DAIŞ'ê û rêxistinên terorê yên mîna wê, tevî Koalîsyona Navneteweyî şer dikin û got, "Em îro li Rojhilata Navîn li dijî terorîzma DAIŞ'ê şer dikin, ku bala hemû cîhanê li ser e. Di refên herî pêş ên vê têkoşînê de em her roj berdêlan didin. Em parçeyek ji Koalîsyona Navneteweyî ne ku li dijî van rêxistinên terorê şer dike. Lê belê endamekî vê koalîsyonê Elmanya, sembolên me qedexe dike. Ev yek komîk e û nayê fêhmkirin. Em vê yekê antî demokratîk û rewşeke li derveyî hiqûqê dibînin. Pêwîste Elmanya tavilê ji vê biryara xwe vegere." Şakir anî ziman, li Rojava û Şengalê nirxên demokratîk tên parastin, YPG û YPJ jî ji bo aştî, demokrasî û azadiyê li Rojava têdikoşin û got, "Her kesên ji bo demokrasiyê radibin ser piyan, pêwîste ji bo Rojava û Şengalê jî rabin ser piyan. Em polîtîkaya krîmînalîzyon û qedexeyê ya li ser PYD, YPG û YPJ'ê qebûl nakin. Lewma em bang li hemû hêzên demokratîk dikin ku beşdarî xwepêşandana me ya protestoyî bibin."
Nûnera Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê ya li Ewropayê Sînem Mûhammed û nûnerên Yekîtiya Rojnamevanên Elman (DJU) û Partiya Çep wê di xwepêşandanê de amade bin û baxivin.
Xwepêşandan wê 17'ê Hezîranê roja Şemiyê saet di 12:00 de li Mathilde-Jakop-Platzê (Li pêşiya Rathaus Tiergartenê) were lidarxistin.