PYD li Cezayîrê ofîsê vedike

PYD li Cezayîrê ofîsê vedike

Partiya Yekîtiye Demokratîk (PYD) di çarçoveya amadekariyên vekirina ofîsa partiyê de, li bajarê Cezayîr Wehranê civînek lidar xist.

Partiya Yekîtiye Demokratîk (PYD) li bajarê Cezayîr Wehranê amadekariyên vekirina ofîsa  partiyê dike. PYD`ê bi vê mebestê ji bo Kurdistaniyên ku li Cezayirê dijîn civînek lidar xist. Civîna ku bi dehan Kurdistanî beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Beşdarên civînê têkoşera Kurd Şîlan Kobanê û 4 hevalên wê û hemû cangoriyên şoreşê bibîr anîn. Her wiha beşdaran rewşa Rojavayê Kurdistanê û Projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk jî nirxandin.

Di civînê de beşdaran xebat û amadekariyên vekirina navenda PYD`ê li Cezayîrê nirxandin û dan zanîn ku bi vekirina ofîsa PYD’ê re dê Kurdên Cezayîr xwe baştir rêxistin bikin.