Prz. Zincir: Di dadgehê de dive êdî ne em parêzer biaxivin
Prz. Zincir: Di dadgehê de dive êdî ne em parêzer biaxivin
Prz. Zincir: Di dadgehê de dive êdî ne em parêzer biaxivin
Ji parêzerên doza rojnamevanên Kurd Sînan Zîncîr agahî da ku li Amedê îdîanameya derbarê Mikaîl Barût de hatiye amadekirin jî hatiye qebûlkirin û bi dosyaya dozê re bûye yek. Zîncîr destnîşan kir ku bi vî awayî hejmara rojnamevanên tên darizandin gihişt 46’ê û yên girtî jî gihişt 33’yê.
'EM JI DÎWANÊ LI BENDA ŞÎROVEYEKÊ BÛN'
Parêzer Zîncîr bal kişand ser guhertinên qanûnî yên ji bo parastina zimanê zikmakî û diyar kir ku ji ber ku heta niha xwendina îdîanameyê berdewam dike, biryar heye ku piştî xwendina îdînameyê werger bişînin û got: “Ev helbet kêmasiya vê sererastkirina qanûnî ye. Ji ber wê jî heta îdîname neyê xwendin werger naşînin. Em ji dîwanê li benda şîroveyek azadîxwaz bû. Dikariya maf bide muwekîlên me."
Prz. Zincîr diyar kir ku dê rojên çarşem û pênçşemê xwendina îdîanameyê berdewam bike û dê roja çarşemê jî navber be û got: “Roja înê jî dê daxwaz bên girtin. Lê ji ber ku xwendina îddîanameyê temam nabe, beyan nayên dayin. Me ji dadgehê xwest ku miwekîlên me bi rêya wergeran xwe biparêzin."
Parêzer Zincîr got: "Li gel vê peydanekirina wergerên ji bo Kurdî ji bo serbestberdana parlementerên me ne asteng e. Ger heta niha rojnamevanên Kurd girtî be, ev yek şermek a huqûqê ye. Bi ya me ew rehîneyên siyasî ne. Divê tavilê serbest bên berdan.”