Provokasyona li dijî Demîrtaş pêwendiya xwe Hîzbûllahê heye

Provokasyona li dijî Demîrtaş pêwendiya xwe Hîzbûllahê heye

Kesê bi navê Abdulvahap Kaplan ê di balafira Amed-Enqereyê de bi Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş re nîqaş kir, derket holê ku çêkerê bernameyeke Rehber TV a bi navê Umut Kapisi ye. Hat hînbûn ku bûyer ji berê ve hatiye plankirin û kesê bi navê Abdulvahap Kaplan bi Demîrtaş re dest bi nîqaşê bike, kesê li cem wî bi telefona destan dîmen kişandiye.

Nîqaşa navbera Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û rêwiyekî ya di balafirê de, ji aliyê Parlamenterê AKP'ê yê Amedê Mehmet Hamzaoglûllari ve ku ji bûyerê re şahidî kir hatibû belavkirin û di medyayê de cihekî berfireh girtibû.

Wekîlê AKP'yî gotibû, rêwiyekî nerazîbûn nîşanî Demîrtaş daye û gotiye, "Hûn hewl didin di 1'ê Mijdarê de careke din mirovan biherikînin kolanan. Ev mirin ne bes e? Têrê nekir? Bi kuştina mirovan re hûn dixwazin çi bi dest bixin". Demîrtaş jî bersiva "Bêedebiyê neke" daye vî kesî. Piştî ku bûyer li medyayê hat belavkirin, qeyda deng a bûyerê derket holê.

KAPLAN DI QENALA TELEVÎZYONÊ YA HÎZBÛLLAHÊ DE BERNAMEYÊ ÇÊDIKE

Kesê bi navê Abdulvahap Kaplan ê bi Demîrtaş re nîqaş kir, derket holê ku di qenala Rehber TV ya Hudapar a bi nêzîkbûna xwe ya Hîzbûllahê tê naskirin, bernameyeke bi navê Umut Kapisi çêdike.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, Abdulvahap û Kaplan ên Demîrtaş şopandin, ji bo balafira Demîrtaş lê siwar bibe 2 bilêt kirîn. Kaplan provokasyon kir û kesekî li cem wî yê navê wî nehat zanîn, ji bo bûyerê li medyaya neteweya Tirk belav bike, dîmen kişand.

Piştre ji bo ev dîmen yekser malî Hudaparê neyê kirin, destpêkê ji medya nêzî AKP'ê hat servîskirin. Piştre jî di Dogruhaber, ajansa ilkhaber, Çagri Radyo û Rehber TV ên nêzî Hudaparê bû mijara bingehîn.

Abdulvahap Kaplan ê xwediyê provokasyonê jî ji Ajansa Nûçeyan a Îhlasê re axivîbû û qeyda deng dabû ajansê.