Protestoya sepandina cilên yek rengî

Li paytext Parîs a Fransayê li dijî sepandina cilên yek reng a li girtîgehan ku ji aliyê dîktatoriya AKP-Erdogan ê faşîst ve tê kirin, çalakiyeke protestoyê hate lidar xistin.

Ji aliyê têkoşîna însyatîfa li dijî cilên yek reng ve li pêşiya Dêra Notre-Damê çalakiyek hate lidarxistin. Nûnerên HDK-Fransa, CDK-F, ACTÎT, Kovara ODAK Parîs beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiyê de belavokên ku sepandina cilên yek reng a li girtîgahan ku ji aliyê dîktatoriya Erdogan ve tê xwestin bê kirin û mercên giran ên girtîgehê tîne ziman hate belavkirin. Di çalakiyê de ev tişt hate gotin: “Xistina rojevê ya cilên yek reng a li girtîgehan, parçeyek ji êrîşên dîktatoriya faşîst a kirina civakê ya yek reng e. Weke dîrokê, wê dîsa bi berxwedana şoreşgeran re rû bi rû bimînin û wê negihêjin armancên xwe.

Çalakî bi daliqandina pankarta bi pira li ser çemê Sen a li Saînt-Mîchel a balê dikişîne ser şert û mercên giran ên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê ve bi dawî bû.