Projeya 'Dîwarê Kesk' ê li dijî ziwatiyê bi pêş ve naçe

Di projeya 'Dîwarê Kesk' de ku 13 sal in ji bo pêşîgirtina li çolbûna Efrîkayê tê meşandin, hîn jî gaveke cidî nehatiye avêtin.

Li gelek welatên Efrîkaya Navîn û Rojava yên li dora Çola Sahrayê, ji ber guhertina avhewayê ya global rêjeya baranê gelekî kêm bûye. Şênkahiya li herêmê jî li ber tunebûnê ye. Bi bahozên çolê re ji ber xîza ku ber bi başûr ve diçe, tê texmînkirin ku di nava 10 salan de zêdeyî nîvê zeviyên çandiniyê yên li Efrîkayê di bin xîzê de bimînin.

Çola Sahrayê ji rojava ber bi rojhilat ve parzemîna Efrîkayê dike du parçe. Ji bo pêşî li belavbûna çolê bê girtin, beriya 13 salan li xeteke çolê ya ji 7 hezar û 800 kîlometreyî projeya çandina daran dest pê kiribû.

DARISTANEKE BI FIREHIYA JI 15 KÎLOMETREYÎ

Projeya ku navê 'Dîwarê Kesk ê Mezin' lê tê kirin, ji Senegalê ya li peravên Okyanûsa Atlantîkê ya li rojava digihêje heta Cîbûtî ya li peravên Okyanûsa Hînt a li rojhilat. Proje bi giştî di nava 11 welatan re derbas dibe. Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku xeteke bi firehiya ji 15 kîlometreyî bi daran bê şînkirin. Bi vî rengî wê xeteke daristanê ya ji 117 hezar kîlometreçargoşeyî bihata avakirin û pêşî li xisara li eko-sîstem a parzemînê bihata girtin.

Ji bo birêvebirina vê projeyê ku ji bo parzemînê gelekî girîng e, ajansek di sala 2010'an de hate avakirin ku navenda wê li Morîtanyayê ye.

PÊŞKETIN GELEKÎ KÊM E

Lê belê di vê projeyê de ku sala 2002'an kete rojevê û sala 2007'an Yekîtiya Ereban biryar li ser dan, pêşketin di asta ku tê xwestin de pêk nehatiye. Senegal nîşaneya vê yekê ye.

Armanc ew bû li Senegalê bi giştî 817 hezar hektar qada daristanî bê afirandin, lê hate îdîakirin ku sala 2015'an tenê 350 hezar hektar hatiye çandin. Her wiha li gorî lêkolînên dawî bi taybetî li bakurê welêt piraniya darên hatine çandin nekarîne bidome û hişk bûne.