Profesorê Misrî: Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê bûye hêvî

Ramanwerê Misrî Semîr Fadil diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo hemû gelên cîhanê yên bindest bûye hêvî û destnîşan kir ku divê gelên azadîxwaz ên cîhanê li hember polîtîkayên qirêj dewleta Tirk rabin.

Sekreterê Giştî yê Weqfa lêkolîn û xwendinên Çandî ya Misirê, rewşenbîr û profesorê dîrokê Semîr Fadil têkildarî girîngiya felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku felsefe û têkoşîna wî bandor li cîhana Erebî û derdorê bi temamî kir. 

Ramanwer û profesorê dîrokê yê Misirê Semîr Fadil got ku her çalakvaneke baş dizane ku divê li têkoşîna xwe xwedî derkeve û ev tişt bilêv kir: “Ji ber ku gelê Kurd di dîrokê de nehat tunekirin, dewleta Tirk tecrîd li ser Abdullah Ocalan pêk anî. Ev tecrîd nîşan dide ku dewleta Tirk dewleteke çiqas dagirker e. Divê hemû gelên birûmet ên cîhanê ji bo Rêber Ocalan hemû erkên ku dikevin ser milê wan, pêk bînin.”

Semîr Fadil diyar kir ku ev tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan, tirsa dewleta Tirk a ji fikrên wî radixe ber çavan û wiha got: “Tirkiye bi hemû hewildanên xwe dixwaze gelên azad binpê bike û wan dûrî nasnameya wan bike. Divê gelên azadîxwaz ên cîhanê û hemû gelên birûmet çavê xwe li ber kiryarên Tirkiyeyê negirin. Ji ber ku ev kiryar di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ne tenê li dijî gelê Kurd, li dijî hemû gelên herêmê û yên Sûriyeyê jî tê kirin. Helbet têkoşîneke bi bandor a Kurdan jî heye. Kurd li dijî van kiryaran têkoşîneke xurt dimeşînin.”

Semîr Fadil qala girtiyên siyasî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê jî kir û got: “Ew berxwedêrên ku tên girtin, tenê ji aliyê fîzîkî ve hatine girtin. Mînak, her çendî ku kesên mîna Rêber Apo bi fîzîkî girtî jî bin, her tim fikrên wan li cîhanê belav dibin.

Çawa ku li rejîma nîjadperest a li Efrîkaya Başûr, nekarî xwe li hemberî têkoşîna Nelson Mandela bigire, dewleta Tirk jî wê bi heman rengî li hemberî berxwedan û têkoşîna Rêber Apo têk biçe. Fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ne tenê ji bo gelê Kurd ji bo hemû gelên cîhanê bû hêviya rizgariyê.”