Prof. Paech: Divê dewleta Tirk li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî bê darizandin

Profesor Norman Paech diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî sûcekî şer e, divê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin û got, "Ji ber êrîşên xwe divê dewleta Tirk li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî were darizandin."

Artêşa Tirk 40 sal in li dijî PKK’ê şer dike û di vî şerê 40 salan de gelek caran peymanên şer ên navneteweyî binpê dike. Artêşa Tirk herî dawîn di 14’ê Sibata 2021’an de li Garê sûcên şer kir. Leşker û polîsên di destê PKK’ê de di êrîşa artêşa Tirk a dagirker de mirin. Malbatên polîs û leşkeran ji ber ku ji bo serbestberdana zarokên wan tu gav neavêtine, nerazîbûn nîşanî desthilatdariya AKP-MHP û artêşa Tirk dan.

Hîndekarê Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Hambûrgê Prof. Norman Paech têkildarî mijarê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî. Paech diyar kir ku di salên dawîn de dewleta Tirk li dijî hiqûqa navneteweyî tevdigere û sûcê şer dike. Paech bal kişand ser vî tiştî ku dewleta Tirk di operasyona Garê de jî sûcê şer kiriye û dibe ku ji ber vî sûcî were darizandin.

Paech derbarê peymanên Cenevre û Laheyê yên ku di warê sûcên şer de gelekî girîng in got “Heta ku li dinyayê şer hebe, ji bo parastina sivîlan û di hin rewşan de ji bo parastina şervanan peymanên navneteweyî hene. Di sala 2020’an de bi giştî 29 şer çêbû. Piştre şerê li Etîyopya, Azerbaycan û Qerebaxê li van şeran zêde bû. Du peyman hene ku qala xetereyên şeran û ji bo sivîlan dike. Yek jê peymana Cenevreyê ya di sala 1949’an de û du protokolên Peymana Cenevreyê ya di sala 1976’an de. Heke dewlet û artêş li gorî van peymanan tevbigeriyana wê dîsa şer çêbibûya lê ew ê bandorên mezin ên li ser jin, ciwan, kal, pîr û nexweşan ne evqasî zêde bûya. Dewletên ku di bin sîwana Xaça Sor a Navneteweyî de ev peyman îmze kirine di heman demê de ev peyman gelek caran binpê kirine. Edaleta Dîwanê ya Navneteweyî di sala 2004’an de diyar kir ku bikaranîn û hilberandina çekên nukleer qedexe ye û lê zêde kir ku ew nikarin derbarê bikaranîna van çekan biryaran bidin. Ji ber vê jî tu dewletan dev ji çekên nukleer bernedane û ev çek ji destê wan nehatiye stendin.”

Paech diyar kir ku bikaranîna çekên kîmyewî û biyolojîk qedexe ye û got “Ligel vî tiştî jî di demeke nêzik de ev çek li Sûriyeyê hatin bikaranîn. Ev jî diyar dike ku zextên siyasî û ekonomîk zêde bi kêr nayên. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e û li gorî hiqûqa şer divê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin. Dewleta Tirk diyar dike ku ew çekên kîmyewî bi kar nayne û çekên kîmyewî nedaye komên li Sûriyeyê. Divê ev mesele li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were çareserkirin. Bomberdûmanên dewleta Tirk a li dijî axa Iraqê tê wateya binpêkirina serweriya Iraqê û li dijî hiqûqa navneteweyî ye jî. Ji Tîrmeha 2018’an û vir ve êrîşkariyek heye. Êrişa li dijî dewletekê dibe ku bibe sedema darizandina ji ber sûcê şer. Hêzên çekdar ên dewleta Tirk heke çekên kîmyewî bi kar bianiya ew ê ev tişt bibûya sedema lêpirsînê. Ji ber ku welatên NATO’yê çavkaniyên ji PKK’ê qebûl nake, divê ev tişt ji aliyê dadgeheke navneteweyî ya serbixwe were piştrastkirin.”

‘TIRKIYEYÊ GELEK SÛCÊN ŞER KIRIYE’

Paech bal kişand ser vî tiştî ku Tirkiyeyê di salên dawîn de di warê hiqûqa navneteweyî de gelek sûcên şer kiriye û got “Ev sûcên dewleta Tirk ji aliyê welatên endamên NATO’yê hate rexnekirin lê ji aliyê Konseya Ewlekariyêya Neteweyên Yekbûyî û hiqûqa navxweyî tu carî nebûye sedema darizandinê. Ji ber ku Tirkiye endamê NATO’yê ye. Tirkiye li hemberî Rûsya û welatên kendavê xwedî girîngiyeke stratejîk e. Tirkiye ji aliyê welatên YE jî bi milyar eûroyan tê fînansekirin. Ji ber ku li hemberî penaberên ji herêmên şer ên Rojhilata Navîn hatiye, wekî bendekê ye. Dibe ku wê rexne bikin lê ji bo darizandina wê ne wêrek in.”

Paech derbarê êrîşên dewleta Tirk ên li dijî qadên sînorên xwe got “Êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Garê û Qendîlê yan jî êrîşên wê yên li bajarên Bakurê Kurdistanê yan jî êrîşên li dijî Efrîn û bajarên Kurdan ên li Federasyona Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hemû jî sûcên şer in û divê li Dîwana Edaletê ya Navneteweyî ya Laheyê werin darizandin. Ji bo ku polîtîkaya şer a dewleta Tirk were darizandin, divê endamên daîmî yên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî an jî welatên wekî Sûriyeyê yên ku van êrîşan bandor li wan kirine divê van binpêkirinan bînin rojeva Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Desteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî. Ji ber ku heta niha ev tişt pêk nehat di Adara 2018’an de li Parîsê sûcên li dijî mafên mirovan ên li Tirkiyeyê dadgeha bi navê Trîbûnal kom bû. Di vê dadgehê de sûcên li ser mafê mirovan ên li Tirkiyeyê hate lêpirsîn û bi delîlên xurt hate şermezarkirin.”

‘TEKANE RÊ DARIZANDINA LI DADGEHA CEZAYÊ YA NAVNETEWEYÎ YE’

Paevc derbarê zextên ji ber van êrîşên Tirkiyeyê jî got “Zext û pêkanîn a niha di polîtîkaya derve ya DYE û YE de roleke xwe ya girîng heye. Di zextên ekonomîk de bandor li ser gel dibe û encamên mirov ne li bendê ne derdikeve holê. Ji ber vê divê zextên ekonomîk were redkirin. Mînakên Kuba û Iraqê diyar dike ku ev li dijî hiqûqa navneteweyî ne. Îspat bû ku di warê polîtîk de negihiştine hedefa xwe. Tekane rêya baş Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî ye.”

Paech derbarê polîtîkaya dewleta Tirk a ku we dispêre şîddetê jî got “Polîtîkaya Erdogan ev e ku dixwaze pozîsyona dewleta Tirk a di qada navneteweyî de xurt bike û dîsa girîngiya dîrokî ya împaratoriya Osmaniyan bi dest bixe. Ji ber ku di warê siyasî û ekonomîk de nikare vî tiştî bike, dixwaze bi rêyên leşkerî pêk bîne. Tirkiye bi saya pozîsyona xwe ya stratejîk di nav NATO’yê de xweseriyek bi dest xistiye û dixwaze bi vî tiştî li Rojhilata Navîn û Nêz hêza xwe, xurttir bike.”