Prof. Fîncanci: Berxwedan maf e

Seroka TÎHV'ê Fîncanci ragihand ku berxwedan maf e û divê ew berxwedan û piştevaniyê mezin bikin. Fîncanci got, "Divê em polîtîkaya tirsandinê têk bibin û bi cesaret li ber kesên ku dixwazin bitirsînin rawestin."

Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi wesîleya Hefteya Mafên Mirovan ji ANF'ê re axivî.

Fîncanci diyar kir ku ev hefte tevî binpêkirina mafên mirovan di nava şert û mercên giran de tê pêşwazîkirin ku mirov ji nedîtî ve tên.

Prof. Fîncanci anî ziman ku di rêza destpêkê ya binpêkirina mafên mirovan de tinekirina mafê xwepêşandanên aştiyane û demokratîk heye û destnîşan kir, her kesên ku hewl didin biaxivin bi tundî û êşkenceyê tên girtin.

Fîncanci destnîşan kir ku eger rewş bi vî rengî dewam bike wê li welêt kesekî ku nehatibe girtin nemîne û got, "Em di nava pêvajoyeke guherînê ya neyînî de ne. Her sal bi qasî 200 hezar mirov tên girtin. Lewma di mijara binpêkirina mafên mirovan de gefa ku bi girtîgehan tê xwarin di rêza destpêkê de ye."
 
Fîncanci ragihand ku di demeke wiha de tundiya li jinê gelekî zêde bû û got, "Bi taybetî di pêvajoya 'diyalogê' de ku çek bêdeng bû û rewşeke aştiyane hebû, tundiya mêr a li jinê bi rêjeya 200 ji sedî kêm bû, lê belê niha ji nû ve gihîştiye 300 ji sedî." Fîncanci ragihand ku di nava van şert û mercên tund û neheqiyê de tundiya li jinê ji xwe zêde dibe.

Fîncanci desteserkirina şaredariyên HDP'î jî bi bîr xist û destnîşan kir ku nepêkane ew di nava van şert û mercan de qala hebûna demokrasiyê bikin.

Prof. Fîncanci destnîşan kir ku di nava sîstema AKP dixwaze ava bike de cih ji mirovan, kedkaran, yên ji bo jiyanê têdikoşin nîne û got, mêtingerî wê girantir bibe.

Seroka TÎHV'ê Prof. Şebnem Korûr Fîncanci anî ziman ku dema bindest bûn yek wê karibin vê rêveçûna neyînî rawestînin û got, "Di salên dawî de em dibêjin bila bindest bibin yek. Bêyî piştevanî û têkoşîna bindestan guhertin pêk nayê. Di Beyannameya Mafên Mirovan de tê gotin, eger dewletên ku dibin sedema binpêkirina mafên mirovan hebin, wê demê berxwedana li dijî wan maf e. Ji ber vê yekê divê berxwedan û piştevanî bê xurtkirin. Hêzên demokrasiyê û kedê neçar in ku têkoşîna bi hev re mezin bikin. Çi dibêjin bila bêjin ên pir in em in, em xurtir in. Polîtîkayeke çavtirsandinê heye, divê ev polîtîkaya tirsandinê bê têkbirin. Divê em bi wêrekî li ber yên dixwazin bitirsînin rawestin."