Polîtîkayên Tirkiye û Swêdê yên derbarê Sûriyeyê de wê berevajî bin

Polîtîkayên Tirkiye û Swêdê yên derbarê Sûriyeyê de wê berevajî bin

Parlementerê partiya karkeran a  Sosyal Demokrak ên Swêdî Carîna Hang, got polîtikayên hikûmeta Tirkî û Swêdê didin meşandin dê biqûlipin û diyar kir ku Swêsre ji ber nezîkê komên çete ên girêdayî Tirkîyeyê ne dê zararê bibîne.

Hang beriya  mehekê pêşûnameyek bi nîviskî dabû parlemena Swîsreyê û balkişandibû ser kesên ku tevlî komên girideayî El Qaîde dibin û ji bo tevli şerê li Sûriyê bibin, Swîsre diçin û ji Wezîrê Karê Derve Carl Bîldt suala gelo ji bo pêşiya çûyîna bigrin kîjan hewildanan difikirin pirsî bû.

Hagg di rojên derbasbûyî de bi armanca ku hin lêkolînan bike çûbû Tirkiye, Kurdistan û Misirê piştî ku vergeriya Swêdê pirsên me yên li ser şerê li Sûrî ku berdevam dike û xebatên komên girêdayî El Qaîde ên li Tirkiyê û Swêde  bersivand.

Hagg got pirsgirêkên ku li Sûrî hene bi şerê ku heye bilind kirine,  bi rêya hevdîtina dikare çareser bibe, ji ber vê jî muxalefeta ku li Surî serdike pêwiste alîkariya ji bo têkirin bê seknandin, rexmî ku Konseya Ewlehiyê a Netewên Yekbûyî çend cara gotiya jî lê hin dewletêm ku di nav de Tirkî jî heye alîgirî û pişt giriya bi muxalefet û komên girêdayî El Qaîde berdevamdikin. Ev jî pirsgirêka ku heye çareseriya wê hin zahmet dike.

Alîkariya ku Erdogan dide komên girêdayî El Qaîde înkar dike, lê di dema ziyaretê de hevdîtinê ku bi hin nûnerên sazîyê sivîl dane diyarkinin ku, hûkûmeta AKP piştgiriya xwe dide komên weke El Nûsra û vê rewş jî ne tenê acizbûn bi Kurda û partiyên muxalefetê re çêdike, acizbûn bi alîgirê AKP’re jî çêdike û nerazîbûna xwe ji ber polîtîkayê ku Tirkiye di de meşandin anîn ziman.

Hangg got, desthilatiya AKP’ê destûr dide ku di sînorê wan re ji ‘cîhatçiya’ re silah biçe Suriyê  û wiha berdevamkir, bêyî destûra hûkûmeta AKPê ji boy tevlî nava refên El Qaîde bibin ne mûmkine ku kes ji Swîsre û Ewrûpa  bi karibe ên tên Tirkiyê derbasî Sûriyê bibin.

JI  SWÊDÊ 400 KES DI NAWA REFÊN EL KAÎDE DE ŞER DIKIN

Hangg da diyarkirin ku, kesên ku dema dinava refên El Qaîde de şer dikin birîndardibin  beşek  jivan li Tirkiyê û wekî dewleta Swîsre hatina jî li ser Tirkiyê re tên li Swîsre  tedavî dibin û wiha berdevamkir, ji Swîsre yê nezî 400 ciwanî dinava refên El Qaîde de bi armanca şer bikin çûyine Sûriyê. 

Dema me pirsa ku Polîsê Ewlekariyê ên Swêdê roja bûrî  gotibûn 75 kes ji bo şer çûne li sûriyeyê bi bîr xist wiha bersivan “Ev hejmar rastiyê diyarnake. Lêkolînê ku min li Swêd û Tirkiyê  kirin û agahiyên ku min li Sûriyê  ji însana girt nezî 400 kesî ji bo şer bikin dinava komên girêdayî El Qaîde hene.”

Hang pêşniyara ku ji bo bersiv bê dayîn ku li şûna Wezîrê Kare Derve Carl Bîldt bersiv dayina Wezîrê Dadê Beatrîce Aks bertek nîşan da. Hangg got mijar di bingeh de Wezîrê Karê Derve re girêdayî ye û têkilîyê Swîsre û Cihanê bandor dike û nerazîbuna xwe bi wan hevako anî ziman.

PLANSAZIYEKE HIKÛMETÊ KU PÊŞIYA TEVLÎBUNA NAVA EL QAÎDE BIGRÊ NÎNE

Plansaziya hikûmetê ku pêşiya kesên ku tevlî nava rafên El Qaîde bigrê nîne.  Raporên ku welatiyê Swêdî alîgiriya para û lojîstîk dayin dikin, çek temin dikin dikevin destê me. Pêwiste pirsgirêk zêde neyê mezinkirin lê rastiyên ku hene jî em nikarin çavê xwe ji wan re bigrin.  Di salên dawî de di qada navnetevî de Swêd bi wan mijara di kevê rojevê.  Ji ber wê pêviste zagonên hene cardin di ber çavare bên derbaskirin û bên sererastkirin.”

 Li ser pirsa me tu çi pêşniyardikî jî; “Beriya her tiştî polîtîkavan divê wan rastiya bibînin û kabûl bikin.  Pêwiste hikûmet bi karmend û saziyê xizmetên civakî re dinav hevkariyekê de bin û peşiya ciwanên tevlî nava refên El Qaîdeyê dibin bigrin.”