Polîtîkayên AKP'ê yên şer li Munchenê hatin protestokirin
Li Munchenê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.
Li Munchenê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin protestokirin.
Li Munchenê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û êrîşên li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê bi awayekî girseyî hatin protestokirin.
Mîtînga ji aliyê NAV-DEM'ê ve hat organîzekirin, ji Dîe Lînke, DÎDF, Koma Jinê ya Sara, Ciwanên Azad, MLKP, Partiya Keskan, MLPD Munchen, Komîteya Piştigiriya Rojava û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ên Elmanya piştgirî dît.
Di meşa ku ji Meydana Am Stachûs destpê kir û 4 saetan dewam kir de bê navber dirûşmên "PKK gel e gel li vir e", "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bijî Serok Apo", "Şehîd namirin" hatin qîrîn, wêneyên Ocalan, alên KCK, YPG û YPJ'ê hatin hilgirtin.
'KURD WÊ HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN'
Di mîtîngê de li ser navê NAV-DEM'ê axaftin hat kirin û hat gotin, "Pêwîste gelê me yê li Ewropayê bi ruhê serhildanê xwedî li Rêberê xwe û Rojava derkeve. Di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de derbasbûna HDP'ê ji bendê û bi dest xistina 80 wekîlan, polîtîkayên qirêj ên AKP'ê serûbin kir. Ji ber vê yekê Kurd hemû hedef tên nîşandan. Kurd wê li dijî van helwestên faşîzan heta dawiyê li ber xwe bidin."
Li ser navê Partiya Keskan Gulseren Demîrel jî di axaftina xwe de diyar kir ku polîtîkayên êrîşkariyê yên dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd dewam dikin û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo sorkirin şer.
'DIJBERÊN ŞER DIVÊ LI DIJÎ TECRÎDÊ DENGÊ XWE BILIND BIKIN'
Ji partiya çep Dîe Lînke endamê Meclîsa Şaredariyê Çetîn Oraner jî da xuyakirin ku hewl tê dayîn bi tecrîda li ser Ocalan re vîna gelê Kurd were şikandin û got, "Pêvajoya çareseriya demokratîk a Serok Apo da destpêkirin, ne tenê ji bo Kurdan e, ji bo Tirkan e, ji bo gelên Rojhilata Navîn şens û firsendeke." Oraner bang li her kesên li dijî şer derdikevin kir, ku li dijî tecrîda li ser Ocalan dengê xwe bilind bikin.