Polîtîkaya mirinê ya Tirkiyeyê - I

Dewleta Tirk bi salan êriş bir ser gelê ku tevlî merasîmên cenazeyên gerîla bû, gor xera kir, êşkence li cenazeyan kir, lê belê nekarî pêşî li xwedîderketina gel a li cenaze û gorên xwe bigirin.

Teşhîrkirina bedenên mirovên hatine kuştin, bikaranîna gotinên "leş", "hate bidestxistin" û "hate bêbandorkirin" ku di medyayê de têkildarî cenazeyan tên gotin, hemû berhemeke stratejiyekê ye, berhema polîtîkaya mirinê ya Tirkiyeyê ye.

Raya giştî pê hesiya ku 261 ji 282 cenazeyên sala 2017'an ji Goristna Xerzanê hatin derxistin li qiraxa rêya li Goristna Kîlyos a Stenbolê hatine veşartin. Ev yek tenê bûyerek ji polîtîkaya mirinê ya Tirkiyeyê ye ku li dijî cenazeyên gerîla û goristanan dike. Desthilatdarên Tirkiyeyê di nava vî şerê 40 salan de ne tenê li dijî yên sax şer kirin, her wiha li dijî miriyan jî şer kirin. Ji salên 1990'î û vir ve êrişa li dijî bedenên gerîlayên jiyana xwe ji dest dane, êrişên li dijî konên sersaxiyê, herî dawî jî xerakirina goristanên gerîlayan dewam kir.

Ti dewleteke otorîter naxwaze destûrê bide bîr û hişê mirovên li ber rabûne. Ne dema sax bû ne jî dema hate kuştin. Li dinyayê gelek mînakên vê yekê hene. Mînak; yek ji lîderên şoreşa Kubayê Ernesto Che Gûevara yek ji wan kesan bû salên dûr û dirêj gora wî nehatibû dîtin. Cenazeyê lîderê şoreşger ku 9'ê Cotmeha 1967'an li Bolîvyayê hate kuştin, li devereke nayê zanîn hate veşartin, lê belê sala 1997'an di kolandinê û testekek DNA'yê de hate tespîtkirin û ew anîn Kubayê.

Heman polîtîka li Tirkiyeyê jî li dijî Seyîd Riza, Şêx Seîd, gerîlayên PKK'ê, hêzên çep, sosyalîst û şoreşger weke kevneşopiyeke dewletê hate meşandin. Ne tenê bêgor hiştin, di heman demê de bi zorê ew winda kirin û bi vî rengî hewl da yek bi yek tune bikin. Berxwedana Dayikên Şemiyê ku îsal kete sala 25'an yek ji têkoşînên herî demdirêj e ku ji bo mafê veşartinê û afirandina bîr û hişekî têkildarî cenazeyan bû. Aliyekî din ê vê têkoşînê jî Dayikên Aştiyê bû.

CENAZEYÊN 14 GERÎLA 14 SIVÎLAN

Tevî vê polîtîkaya dewletê, gelê Kurd dest ji cenazeyên gerîla, dest ji bûyerên kuştinên kiryar nediyar ên bi zorê hatin windakirin, berneda. Dewleta Tirk jî polîtîkaya xwe ya goristanan bi israr meşand. Xwedîderketina herî mezin a destpêkê ya li cenazeyan xwedîderketina li cenazeyê Vedat Aydin bû. Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin 5'ê Tîrmeha 1991'ê ji aliyê kesên ku digotin polîs in ji mala xwe hate birin. Piştî du rojan cesedê wî hate dîtin. Cenazeyê wî li Amedê bi merasîmeke girseyî hate veşartin. Bi deh hezaran kes tevlî bûn. Polîsan êrişî merasîmê kirin û 8 kes qetil kirin, bi dehan kes jî birîndar kirin.

Piştî merasîma cenazeyê Vedat Aydin yek ji mîladên herî mezin jî di sala 2006'an de li Amedê qewimî. Cenazeyên 14 gerîlayan ên ji aliyê artêşa Tirk ve 24'ê Adarê li Şenyaylayê bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin, bi merasîmeke girseyî hatin veşartin, lê belê li Sêrtê ciwanek ji ber fîşeka polîs û leşkeran jiyana xwe ji dest da. Çar ji cenazeyan li Amedê ji aliyê bi deh hezaran kesî ve bi merasîmekê li Amedê hatin veşartin. Piştî measîmê bi hezaran ciwan meşiyan û bi polîsan re şer kirin. Di şerê 5 rojan de Fatîh Tekîn ê 5 salî û piraniya wan zarok 14 kes hatin qetilkirin. Di merasîma cenazeyên 14 gerîlayan de dewletê 14 sivîl jî qetil kir.

CENAZE BI QANÛNAN HATIN REVANDIN

Bi taybetî di dema dorpêçiyê de di navbera salên 2015 û 2016'an de mafê veşartina cenazeyên sivîlan hate wergirtin. Cenazeyê Dayika Taybet hefteyekê li naverastê ma. Malbata Çagirga ku nekarî cenazeyê keça xwe veşêre, cenazeyê Cemîle Cagirga ya 10 salî di sarincê de hiştin. Bi taybetî hestiyên bi dehan mirovên li jêrzemînên Cizîrê hatin veşartin xistin kîsên naylon û radestî malbatên wan kirin. Di dema berxwedana xwerêveberiyê de bi guhertineke di Rêvebernameya Pêkanîna Qanûna Saziya Tipa Edlî de biryar dan ku cenazeyên sê rojan nasnameya wan nehatiye tespîtkirin û nehatine wergirtin bi fermana AMîrtiya Îdareya Mulkî bên veşartin. Cenazeyên gelek kesan bi vî rengî hatin revandin û ji bo neyê belgekirin ku bi fîşeka dewletê hatine kuştin bi hesasiyeteke mezin hatin veşartin.

Ne tenê li dijî Kurdan heman polîtîka li dijî yên ku li gel Kurdan têkoşiyan jî hate meşandin. Cenazeyê Azîz Guler ê ku li nava refên YPG'ê li dijî DAÎŞ'ê şer kir 59 rojan li ser sînor hate rawestandin. Ne bavê wî ne jî gel dest ji wergirtina cenazeyê Azîz Guler bernedan, Guler li cihê lê ji dayik bû hate veşartin. Di sala 2015'an de li Şirnexê qetilkirina Haci Lokman Bîrlîk ku cenazeyê wî li pişt wesayita zirxî ve girê dan, tenê yek ji parçeyên polîtîkaya mirinê ya Tirkiyeyê bû.

Di pêvajoya diyalogê de goristanên gerîla yên sala 2013'an hatin avakirin, piştî ku pêvajo di sala 2015'an de bi dawî bû hatin hilweşandin. Her wiha mizgeft û avahiyên li nêzî goristanan bi bombardûmana ji bejahî û hewayî hatin hilweşandin.

Di destûra bingehîn a Tirkiyeyê de mafê veşartina cenazeyan tê destnîşankirin. Li gel dozên ku di çarçoveya qanûnên ku Tirkiyeyê jî mohra xwe daniye binî çûne ber destê Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, Tirkiye hîn jî berpirsyariyên xwe bi cih nîne.

Wê bidome...