Polîtîkaya bêcezahiştinê dike ku zarok bibin hedef

Lêdan û tundiya polîsan a li Nisêbînê ya li dijî zarokekî bû sedema nerazîbûnan. Lê belê di nava 20 salan de gelek zarok li Kurdistanê hatin kuştin, êşkence li wan hate kirin, lê ceza li kiryarên wan nehate birîn.

Ji aliyê binpêkirina mafên zarokan ve Tirkiye yek ji welatên sereke ye ku xwedî karnameyeke nebaş e. Hejmara hovîtiya destdirêjiya li zarokan, zarokên girtî, xebitandina zarokan di karên giran de, zarokên li herêmên şer jiyana xwe ji dest didin, zarokên yekser ji aliyê hêzên ewlekariyê yên dewletê ve hatine kuştin gelekî zêde ye.

Li Nisêbînê di dema şewba vîrûsa koronayê de polîsekî bi çekê da pey zarokekî li nava sîteyê dilîst û li wî da, ku ev yek di nava raya giştî de bû sedema nerazîbûnan. Têkildarî polîs lêpirsîn hate destpêkirin, lê belê bi giranî dema ku nerazîbûna raya giştî bi dawî dibe, polîsên bi vî rengî ji nû ve dest bi kar dikin. Dema ku mirov li doz û bûyerên bi vî rengî dinerin ên li Tirkiyeyê, hingî tê dîtin ku cezayên welê li polîsan û rayedaran tên birîn ku mîna xelatê ne ji bo wan. Bêcezahiştina kiryaran dibe sedem ku zarok bibin hedefa hêzên ewlekariyê.

'ZAROKÊN KU KEVIR AVÊTIN'

Bi taybetî li bajarên Kurdan zarok dibin hedefa dewletê. Ne tenê dibin hedefa polîs an jî leşkeran. Sala 2010'an bi guhertina li TMK'ê re ku weke 'Zarokên keviran diavêje' hate pênasekirin, bi sûcdarkirina 'zarokên ku ber bi sûc ve hatin dehfdan' pêşî li darizandina zarokên kêmî 15 salî hate vekirin.

Zarokên kêmî 15 salî tên darizandin, lê belê yên ku zarokan dikujin bi giranî cezayên biçûk wergirtin an jî beraat kirin. Bi taybetî li bajarên Kurdan heta sala 2015'an yanî di nava 11 salên AKP'ê de li gorî daneyên TÎHV'ê 241, li gorî daneyên hin rêxistinên civakî yên sivîl jî 477 zarok ji aliyê dewletê ve hatin kuştin. 28'ê Kanûna 2011'an di komkujiya Roboskî de 34 kes hatin kuştin ku 19 ji wan kêmî 18 salî bûn. Mînak, li gorî hejmarên ku Şaxê Amedê yê ÎHD'ê sala 2019'an eşkere kir, di nava 10 salan de 16 jê zarok 36 kes ji aliyê wesayitên zirxî ve ku li wan qelibîn hatin qetilkirin. Nexasim di dema dorpêçiya salên 2015-2016'an de gelek zarok bi fîşekên ji wesayitên zirxî hatin berdan hatin qetilkirin. Bîşeng Goran (12), Nîdar Sumer (17), Mahmût Gûlak (16), Mûgdat Ay (12), Cemîle Çagirga (10), Tahîr Yaramiş (35 rojî), Elîf Şîmşek (8), Berat Guzel (12), Ramazan Gumuş (14), Hîdayet Tek (4), Esra Şalk (2), Muslum Îlhan (8), Enes Erdem (9) tenê çend ji wan zarokan bû ku di dema dorpêçiyê de hatin qetilkirin. Sala 2015'an li navçeya Cizîrê ya Şirnexê Guler Yanalak a ku bi 7 mehan ducanî bû, bi fîşeka ku li zikê wê ket bi giranî birîndar bû. Pitika wê jiyana xwe ji dest da. Sala 2015'an Mîray a 3 mehî ji aliyê sekvanan ve li mala xwe hate qetilkirin. Di dema dorpêçiyê de gelek zarok birîndar bûn.

Rewş salên din jî neguherî ku di raporên ÎHD'ê de jî xuya kir. Zarok ya bi fîşekên hêzên ewlekariyê jiyana xwe ji dest dan, yan jî pêl li mayinên wan kirin û mirin yan jî di dema girtinê de êşkence li wan hate kirin.

POLÎSAN BERAAT KIRIN YAN JÎ CEZAYEKÎ BIÇÛK LI WAN HATE BIRÎN

Gelo berpirsyarên van bûyeran, çend ji wan hatin darizandin? Mîna ku di bûyerên dawî de hate dîtin, têkildarî bersûcan lêpirsînan dest pê kir, darizandin pêk hat. Lê belê ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve jî baş tê zanîn ku darizandina dozên ji ber kuştina zarokan pêk hatin dûrî darizandineke wekhev bûn û bêencam man.

Di 21'ê Mijdara 2004'an de li navçeya Qoserê ya Mêrdînê Ûgûr Kaymaz tevî bavê xwe hate qetilkirin. Tevî ku 16 sal di ser re derbas bûne hîn bi rengekî adîl bi encam nebûye. Çar polîsên di dozê de hatin darizandin hemûyan beraat kirin. Dadgeha Bilind jî biryara beraatkirina wan pejirand. Tevî ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê 140 hezar TL tazmînat li Tirkiyeyê birî, daxwaza ji nû ve pêkhatina dozê nehate qebûlkirin. Dosya hîn li Dadgeha Destûra Bingehîn e.

Di 4'ê Gulana 2017'an de li navçeya Silopiya ya Şirnexê, Mûhammed Yildirim (7) û Fûrkan Yildirim ku birayên hev bûn, di hundirê mala xwe de di xew de ji aliyê wesayita zirxî ve hatin qetilkirin. Di encama darizandina 2 salan de li ajokarê wesayita zirxî Omer Yegît tenê 2 sal û 6 meh ceza hate birîn. Dadgehê cezayê Yegît kêm kir û kir 2 sal û mehek. Piştre jî veguherand 19 hezar lîre cezayê pereyan.

KIRYAR NEHATE DÎTIN...

Ceylan Onkol li navçeya Licê ya Amedê bi topa hawanê di 28'ê Îlona 2009'an de jiyana xwe ji dest da. Kiryarên kuştina Onkol hîn nehatine eşkerekirin. Dozgeriyê biryara nepenîtiyê danî ser dosyayê. Malbatê du caran serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME). DMME'yê sala 2017'an biryar da ku di dozê de binpêkirin nîne. Dosya lêpirsînê ji aliyê Dozgeriya Komarê ya Licê ve piştî 5 salan hate betalkirin. Malbatê û parêzerên ÎHD'ê doz li Wezareta Karên Hundir vekirin, lê belê Dadgeha Şêwirmendiyê di 16'ê Gulana 2019'an de biryara dayina tazmînatê ji bo malbata Ceylan Onkol betal kir.

KÊMKIRINA CEZA JI BER 'NÊZÎKATIYA ERÊNÎ'

Li navçeya Cizîrêya Şirnexê di 14'ê Çileya 2015'an de Nîhat Kazanhan ê 12 salî dema li ber mala xwe dilîst, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate kuştin. Di doza Kazanhan de cezayê muebbetê yê li polîsê tîma taybet M.N.G. hate birîn, veguherandin 16 sal cezayê girtîgehê û piştre jî bi feraseta 'nêzîkatiya baş' ceza daxistin 13 sal û 4 mehan. Têkildarî polîs H.V. jî biryara beraatê hate dayin.