Polîtîkaya avê ya Tirkiyê welatên cîran dixe nava fikaran
Polîtîkaya avê ya Tirkiyê welatên cîran dixe nava fikaran
Polîtîkaya avê ya Tirkiyê welatên cîran dixe nava fikaran
Bandora neyînî ya bendav û Santralên Hîdro Elektrîk (HES) ên li Tirkiyê yên li ser çavkaniyên avê, welatên cîran dixe nava fikaran. Serokwezîrê Ermenîstanê Tîgran Sarkîsyan ferman da ku aliyê hiqûqî yê biryara bendavan a Tirkiyê, were lêkolînkirin.
Li gorî daxuyaniya ji Buroya Çapemeniyê ya Hikûmeta Ermenîstanê hat dayîn, Sarkîsyan di axaftina xwe ya li konferansa zanyariyê ya li ser pirsgirêkên hiqûqî yên siyaseta derve ya Ermenîstanê de got, "Bikaranîna bi aqilane ya çavkaniyên avê, dema hebûna beşeke mezin a çavkaniyên avê ya li Tirkiyê li ber çavan were girtin, weke mijareke girîng derdikeve pêşiya me."
Sarkîsyan bibîr xist ku hikûmeta Tirkiyê biryar daye li ser çemên li geliyê Agirî, ku xwedî çavkaniyên girîng ên rezervên avê ye, bendavan ava bike û ji bo vê jî 20 mîlyar dolar xerc bike.
Serokwezîrê Ermenîstanê der barê mijarê de ferman da saziyên dewletê yên pêwendîdar kir ku lêkolîn bikin, ka çêkirina bendavan li ser çeman ji aliyê Tirkiyê ve qanûnî ne yan na.
Li gorî pisporan di nava çend salan de Ermenîstan dikare di warê avdaniya li geliyê Agiriyê de, pirsgirêkên cidî bijî.
Bendav û HES, li gel rîska xwe ya di warê ekolojiyê de, her wiha ji aliyê parvekirina wekhev a avê li civatên mirovan jî, rîskek mezin derdixînin holê. Polîtîkayên avê yên Tirkiyê ne tenê qirkirina xwezayê, di heman demê de rê li ber krîzên siyasî jî vedikin.
Tengezariya ji ber kontrola li ser çeman ên bi Iraq, Sûriye û Ermenîstanê re, mînakên herî nêz ên vê yekê ne.
Dewleta Iraqê, der barê bikaranîna ava çemên Firat û Dîcleyê de bi salane mafê muktesep (para ji ber keda berê) di rojevê de dihêle. Li gorî îdîaya Iraqê, avdaniya Mezopotamyayê a bi hezaran salan ji aliyê Firat û Dîcleyê ve, maf muktesep dide Iraqê ku li ava van çeman bikar bîne.
Lê belê ev îdîa, yanî îdîaya mafê bidestketî yên li ser ava sînoran derbas dike, ji aliyê hiqûqa navneteweyî ve jî bi teqezî nayê naskirin.