Polîtîka şîdetê ya Qesrê li Ewropayê jî tê meşandin
AKP û Erdogan ên ji cenazeyên polîs û leşkerên di şerê qesre de jiyana xwe ji dest dane xwe xwedî dikin, dixwzin heman polîtîkaya şîdetê li Ewropayê jî bimeşînin.
AKP û Erdogan ên ji cenazeyên polîs û leşkerên di şerê qesre de jiyana xwe ji dest dane xwe xwedî dikin, dixwzin heman polîtîkaya şîdetê li Ewropayê jî bimeşînin.
AKP dixwaze polîtîkaya xwe ya şîdetê li Ewropayê jî bixe dewrê. AKP û Erdogan ên ji cenazeyên polîs û leşkerên di şerê qesre de jiyana xwe ji dest dane xwe xwedî dikin, dixwzin heman polîtîkaya şîdetê li Ewropayê jî bimeşînin.
AKP a ji ber serketina HDP'ê ya di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de şensê desthilatdariya bi tena serê xwe winda kir û Erdogan ê xeyalên wî yên ji bo serokatiyê li ber avê çû, polîtîkayên xwe yên qetlîamker ên li Kurdistan û bajarên Tirkiyeyê dimeşînin, hewl didin li bajarên Ewropayê jî bi rê ve bibin.
AKP û Erdogan ên ku xwe ji cenazeyên leşker û polîsan xwedî dikin, bi konsepta xwe ya şer re dixwazin di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi ser bikevin. Tevî komkujî û êrîşên li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê AKP niha hewl dide vê konsepta xwe ya şer li Ewropayê jî bimeşîne.
'GLADYOYA ŞER LI EWROPAYÊ JÎ LI SER KAR E'
Erdogan bi gotina "Desteka herî mezin a ji PKK'ê re ji Ewropayê diçe", "Li Ewropayê ewqas PKK'yî dijîn" Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn bi awayekî vekirî dike hedef. Gladyoya şer a ser bi Qesrê, derdorên nêzî xwe yên li Ewropayê yên weke Yekîtiyên Tirk ên Demokratîk li Ewropayê (UETD) xist nava tevgerê û biryar da ku di ser cenazeyên leşker û polîsan re, çalakiyên provokasyonê lidar bixe.
AKP û Erdogan, ku bi van çalakiyên xwe yên provokatîf re dixwazin Kurdistaniyên li Ewropayê û hêzên demokrasiyê bikişînin nava çalakiyên şîdetê, di heman demê de dixwazin van derdoran li welatên lê ne, krîmînalîze bikin.
UETD bi çalakiyên xwe yê ji bo provokasyonê re, hewl dide nehêle ku HDP'yî di 8-25'ê Cotmehê de biçin ser sindoqan. Ev çalakiyên li gelek deverên Ewropayê hatin lidarxistin û ceribandin, ji aliyê rayedarên Sefaretxaneya Bilind û UETD ve tên meşandin.
ERDOGAN BI RÊ VE DIBE
Herî dawî, piştî çalakiya provokasyonê ya UETD ya 12'ê Îlonê li bajarê Swîsre Bernê, ku rê li ber birîndarbûna gelek kesan vekir, UETD civînek lidar xist. Serşêwirmendê Serokkomar Erdogan Bînalî Yildirim bi rêya telefonê beşdarî vê civînê bû û koma faşîst a rê li ber provkasyonê vekir, silav kir. Bi vê yekê re derket holê ku ev çalakî yekser ji aliyê Erdogan ve tên bi rê ve birin.
Ev demeke, Serokê UETD ê Swîsreyê Mûrat Şahîn gelekî zêde Sefîrê Bilind ê Tirkiyeyê yê li Bernê Mehmet Tûgrûl Gucuk ziyaret dike. Bi vê yekê re rola Sefîrê Bilind Gocuk a di vê çalakiyên provokasyonê de balê dikişîne.
Rojek beriya çalakiya provokasyonê, di 11'ê Îlonê de Şahîn û Goçuk li Sefaretxaneya Bilind a Bernê hevdîtin kirin û wêneyên vê hevdîtinê hatin weşandin.
Du sedemên girîng e hene, ku çima Erdogan û AKP li Swîsreyê hewl didin Kurdan bikişînin nava çalakiyên şîdetê. Ya yekemîn; dixwaze PKK'ê li Swîsreyê weke rêxistineke terorîst nîşan bide, ya duyemîn jî dixwaze di hilbijartinan de li Swîsreyê pêşî li dengên HDP'ê bigire û weke partiya yekemîn bi ser bikeve. Tevî van sedeman, her wiha dixwaze sempatiya li Swîsreyê ya ji Kurdan, ji holê rabike.