Li Silêmaniyê bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, polîtbûroyên PDK û YNKê li navenda polîtbûroya YNKê civînek pêk anî. Barzanî diyar kir ku heta yekîtî û yekdengiya partiyên siyasî pêk neyê, tekoşîn û xebata gelê Kurd nagihe armanca xwe.
Li Silêmaniyê di bin rêveberiya Serokê Hukumeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de polîtbûroya PDKê û YNKê civinek pêkanî. Ji polîtbûroya PDKê Mesut Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Fuad Hisên, Azad Berwarî, Fazil Mîranî herwiha ji polîtbûroya YNK jî cîgerê seroke YNK ê yekê Kusret Resûl, û polîtbûroya YNKê Dr. Berhem Salih, Mele Bextiyar, Hakim Qadir, Îmad Ehmed, Omer Fetah tevli civîne bûn.
Piştî civînê Serokê Herêma Kurdistan Mesûd Barzanî bi cîgerê xwe Kusret Resûl re civînek hevbeş ya çapemeniyê li darxist û Barzanî di derbarê rewşa tenduristî û anîna kesekê ji bo cihê Talebanî axivî û wiha got: Hê birêz Celal Talebanî dijî û heta niha qala vê yekê bi tu kesî re ne hatiye kirin. Eger rewşa Talebanî ber bi xirabiyê ve çû, mirov dikare vê mijarê nîqaş bike.
Cîgerê Serokê Herêma Kurdistanê û cigerê yekê yê serokê YNKê Kusret Resûl jî di derbarê Serdana Serokê Hukumeta Herêmê Barzanî û polîtbûroya PDKê de axivî û got: Ji destpêka xirabûna tenduristiya birêz Celal Talebanî heta niha hûn bi awayek xemgîn bi me re bûn, jibo vê yekê jî em sipasiya xwe jibo we didîn diyar kirin.
Di derbarê rewşa tendûristiya serokomarê Talebanî de jî Barzanî axivî û got; Li gorî agahiyên herî dawî yên jî tîma bijîjkên Celal Talebanî gihiştî destê me, tendûristiya wî pir başe û wê bi aweyek bitendûrist û keyfxweş vegere Kurdistanê.
Barzanî stratejiya di navbera Yeketiya Nîştîmanê Kurdistan YNK û Partiya Demokrata Kurdistanê PDK de jî kir û wiha got; Em hatine peyama biratiyê ji YNKê re ragihînin. Jibo vê jî em ji YNKê re dibêjîn em di hemû demê de bi we re ne û ji niha û pêde jî emê li ser rêkeftina stratejik bîn.
Barzanî di derbarê aloziya di navbera Hewlêr û Bexdayê jî wiha got; Bernameyek me jibo aloziyê di navbera Hewlêr û Bexda de hebû kû ji aliyê Serokomarê Êraqê Celal Talebanî ve hatibû destpêkirin û hinek pêngav hatibûn avêtin. Vekêşîna hêzên pêşmergeyan girêdayî vekêşîna hêzên Êraqê ya ji navçeyên Kurdistanê yên derveyî Herêma Kurdistanê ye. Di demek nêzîk de girêdayî vê mijarê wê civînek di navbera Hewlêr û Bexdayê bê lidarxistin.