Polîsên Tirk nehiştin konê sersaxiyê ji bo Erkendî bê vedan

Malbata Egîd Erkendî xwest, li taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê konê sersaxiyê ji bo kurê xwe vede, lê belê polîsên Tirk avêtin ser malê û destûra vê yekê nedan.

Suleyman Bagriyanik (Egîd Erkendî), di meha Gulana 2016'an de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên artêşa Tirk li herêma Şemzînan a Colemêgê jiyana xwe ji dest da bû. Malbata Bagriyanik ev 3 roj in hewl dide li taxa Şakîrpaşa ya Edeneyê konê sersaxiyê vede, lê polîsên Tirk nahêlin.

Dayika Suleyman Bagriyanik Besê Bagriyanik li ser vê astengiya polîsan ji ajansa me re axivî û got, "Kurê min sala bihurî li Şemzînanê şehîd bû. Em berî 3 rojan bi şehadeta wî hesiyan. Piştî ku hat bihîstin, hemû xizim û dostên me berê xwe dan mala me. Dema ku li pêşiya malê bû qelebalix, di cih de polîs hatin vir û gotin 'hûn nikarin konê sersaxiyê vedin. Eger li vir qelebalixî çêbibe, em ê êrîş bikin'."

Dayika Bagriyanik li vê astengiyê hêrs bû û got, "Me ziyareta sersaxiyê li ser banê cîranan qebûl dikin. Ez nikarim wêneyê kurê xwe jî li malê ve daliqînim. Ez nizanim cenazeyê kurê min jî li ku ye. Ji ber ku me êrîş, qetlîam, zext û cerdevanî qebûl nekirin, gundê me ji aliyê dewletê ve hate şewitandin, hilweşandin. Êdî bes e."