Polîsên Tirk li 5 bajaran dest bi girtinan kir
Polîsên Tirk li 5 bajaran dest bi girtinan kir
Polîsên Tirk li 5 bajaran dest bi girtinan kir
Polîsên Tirk li çar bajaran bi hinceta tevlî xwepêşandanên ji bo piştgiriya Parka Gezî bûne gelek kes kirin bin çavan.
Serê vê sibê li Êlih, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Manîsa polîsên Tirk bi girt ser 17 adresan û bi hinceta piştgirî dane berxwedana Parka Gezî, êrîşên molotofkokteyl û hwd. pêk anîne heta niha nêzî 15 kes kirine bin çavan. Dîsa hat ragihandin ku di çarçoveya van serdegirtinan de polîsan dest danine ser gelek cd û materyalan.
Di operasyonên 20-24’ê Hezîranê de jî 27 kes hatibûn binçavkirin, ji wan 24 kes ji aliyê dadgehê ve hatibûn girtin. Di pêvajoya bûyerên Parka Gezî de jî bi hezaran kes hatibûn binçavkirin.