MÊRSÎN
Li Mêrsînê, polîsên Tirk bi ser avahiya bajêr a Partiya Demokratîk a Gelan û gelek rêxistinên wê yên navçeyê de girtin. Di operasyonê de li avahiyên bajêr û navçeyan lêgerîn kirin.
Li dor avahiyan tevdîrên berfireh ên ewlehiyê hatin girtin, balkêş bû ku li qada operasyonê ambûlans hatin rawestandin. Lêgerîn ku li ser avahiyan polîsên tîmên taybet hatin bicihkirin, bi saetan dewam kir. Hate diyarkirin ku dema lêgerînê posterên Hevserokên Giştî yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag û her wiha pankartên partiyê hatine desteserkirin.
BALIKESÎR
Serdegirtinên hemwext li dijî avahiyên HDP’ê ya bajarê Balikesîrê û navçeyên Ayvalik, Bûrhaniye, Bandirma û Edremîtê jî hatine kirin.
Piştî lêgerînan, Hevserokên HDP’ê yên Bajarê Balikesîrê Cafer Saritepe û Gulderen Kasap, Hevserokên Navçeya Ayvalikê Omer Varîl û Tellî Işik, Hevserokên Navçeya Bandirmayê Alî Bora û Nesîbe Yoyler, Hevserokê Navçeya Bûrhaniye Zeynel Altan û Hevseroka Navçeya Edremîtê Selînay Polat hatin binçavkirin.
KONYA
Polîsan avêtin ser avahiya HDP’ê ya Bajêrê Konyayê jî. Dema serdegirtinê mîna avahiya HDP’ê ya Stenbolê, li ser dîwaran “Em hatin hûn nîn bûn” hat nivîsîn. Her wiha, li avahiya ku şibakeyên wê hatin şikandin jî sembolên faşîstan hatin xêzkirin û avahî bêkêr kirin. Hat ragihandin ku piştî vê operasyona qirkirina siyasî, komek nîjadperestan êrîşî avahiya HDP'ê kirin û tiştên li avahiyê hemû şewitandin.
ESKÎŞEHÎR
Li Eskîşehîrê polisan bi ser avahî û malên HDP'iyan de girtin, hevserokên HDP'ê jî di nav de 9 kes binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin ev in; Hevserokên HDP'ê Ahmet Uluçebî, Işik Polat, endamên HDP'ê Selîm Acun, Çagla Biyikli, Îsmet Avci, Tanya Kara, Rana Gûleryûz, Latîf Çelebî û Seroka HDP'ê ya berê Şerîfe Yîgît. Her wiha piştî ku polisan li avahahiyê lêgerîn pêk anî, komek nîjadperest li kolanê rawestiyan û xwestin êrîşî kesên ku di avahiyê de dimînin bikin.