Polîsên TEM’ê bi ser Girtîgeha Karabuk de girtin: Înfaza girtiyan tê şewitandin

LI Girtîgeya Tîpa T a Karabukê, ji aliyê Desteya Çavdêriyê ve bi ferzkirina “poşmantiyê” tevî ku cezayên wan qediyane jî înfaza 15 kesan hate şewitandin. Ev girtîgeh hîn jî bi rêbazên xwe yên êşkenceyê, di rojevê de ye.

Hat zanîn ku 14’ê Hezîranê komên ‘Têkoşîna li dijî Terorê’ bi ser Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Karabukê de girtine. Hat destnîşankirin ku di dema serdegirtinê de li her qawîşekê qasî 10 saetan bê navber lêgerîn hate kirin.

Nivîsên ayîdên girtiyan, çîrokên Kurdî û xebatên çîrokan, kovar, pirtûk û tiştên wan ên ayîdê malbatên wan hatin desteserkirin. Hat diyarkirin ku qawîş hatin belavkirin. Serdegirtina polîsên TEM’ê ku ne cihê wan ê wezîfeyê ye, car din êşkenceya kêfî û sîstematîk ên li girtîgehên dewletê raxist ber çavan.

Girtiyên ku tevî cezayên wan qediya ne, înfazên wan hatine şewitandin û di bin 30 salan re hikûm xwarine, ev in:

- Mehmet Sarılatın
- Aydın Kudat
- Abdurrahman Guner
- Ali Koç
- Mustafa Karakaya (8 sal)
- Ejder Dogan (12 sal)
- Abdullah Ok (6 sal) (3+3 taloqkirin)
- Adem Oktay (12 sal)

Girtiyên ku 30 sal temam kirine û înfazên wan hatine şewitandin, ev in:

- Hakki Aygun (16 Îlon 2023)
- M. Şirin Taşdemir (17 Îlon 2023)
- Kadri Akkoç (31 Cotmeh 2023)
- Hasan Ogut (26 Çile 2024)
- Ali Haydar Elyakut (14 Hezîran 2024)
- Muhuttin Pirinççioglu (5 Tîrmeh 2024)
- Halil Temel (30 sal)

Girtiyan anî ziman ku li hemberî yên li girtîgehan û yên ku cezayên wan temam bûne, hiqûqa dijmin tê pêkanîn û ti girtî nehatine berdan. Girtiyan û malbatên wan bang li raya giştî kirin û destnîşan kirin ku divê ev pêkanîn kêfî demildest bi dawî bibin û diyar kirin ku eger bêhiqûqî dewam bike, wê li ber girtîgehan çalakiyê bidin destpê kirin.