Polîsên ketin nava Parqa Gezî paşve vekişiyan

Polîsên ketin nava Parqa Gezî paşve vekişiyan

Polîsên êrîşî Parqa Gezî kirin piştî rastî berxwedanê hatin, gotin: "Ji kerma xwe fikariya xwe biparêzerin em xwe paşve vedikişin. Li ser pêlekanan nebînin herin nava Parqa Gezî heke em dê mudaxeleyê bikin." û paşve vekişiyan.

Polîsên ketin nava Parqa Gezî gelek bombeyên gazê bikaranîn. Li nava parqê polîsan pankrat û afîşên çalakvanan jê kirin. Gelek kesan bertek nîşanî polîsan dan. Mescîda ji aliyê Mislimanên Antîkapîtalîst ên li parqê ava kirin ji aliyê polîsan ve hate belavkirin. Li ser berteka bi hezaran ciwanan polîsan anonsa; "Ji kerma xwe fikariya xwe biparêzerin em xwe paşve vedikişin. Li ser pêlekanan nebînin herin nava Parqa Gezî heke em dê mudaxeleyê bikin." kirin û vekişiyan. Polîs ji Parqa Gezî vekişiyan lê li Qada Taksîm, Şîşlî û Talîmhaneyê polîs bi bombeyên gazê û ava şid êrîşî çalakvanan dike.

Li aliyê din hate zanîn ku, 40 parêzerên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Parqa Gezî li Edliyaya Stenbolê çalakî li dar xistin hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê.