Polîsên Elmanyayê mudaxeleyî meşa ciwanên Kurd dike

Polîsên Elmanyayê li ser meşa ciwanên Kurd zextan dikin. Ciwan jî li dijî zextan meşa xwe didomînin.

Ciwanên Kurd ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Meşa Dirêj dabûn destpêkirin. Li dijî meşê zext û qedexeyên dewleta Elmanyayê jî didome. Di roja pêşîn a çalakiyê de li ser milê ciwanekî bi hinceta ku deqa wêneyê Ocalan heye, polîsên Elmanyayê êrîşî meşê kiribûn û piştre diyar kiribû ku wan meş qedexe kirine.

POLÎS ZEXTAN DIKIN, CIWAN LI BER XWE DIDIN

Xwepêşanderên meşa dirêj li dijî zexta polîsên Elmanyayê li ber xwe didin û îro li ber Navenda Civakî ya Demokratîk a Dûîsbûrgê hatin ba hev. Polîsên Elmanyayê piştî ku dora Navenda Civakî girtin saet di 11.30’an de girtin ser navenda civakî.Piştî wê ciwan ji bo nîşandana nerazîbûna xwe ya demokratîk bi posterên Ocalan dest bi meşê kirin. Ciwan bi qasî 10 deqîqeyan meşiyan û piştre polîsan dora wan girtin.

Polîsan diyar kirin ku meş hatiye qedexekirin û xwest bila ciwan belav bibin. Ciwanan jî diyar kirin ku ew vê qedexeyê qebûl nakin û slogan berz kirin.

Polîsan 5 kes destgîr kirin.