Polîsên Elmanyayê li 2 zarokên Kurd da

Êdî polîsên Elmanyayê jî li gorî gotina Erdogan a  ku digot, “Jin be, zarok ne em ê tiştên pêwist bikin’ tevdigerin. Li Hannoverê  di çalakiya ji bo Efrînê de polîsan li du zarokên 15 û 17 salî dan.

Li bajarê Hannoverê yê Elmanyayê Kurdistanî û dostên wan ji bo êrîşên dewletaTirk a dagirker ya li ser Efrînê protesto bikin, xwestibûn heta Sefaretxaneya Tirkiyeyê bimeşin. Polîsên Elmanyayê bi hinceta ku alayên YPG û YPJ’ê hatine vekirin, êrîşî girseyê kiribû.

Polîsan piştî ku êrîşî girseyê kir, li vê derê 5 ciwan binçav kir. Derket holê ku polîsên Elmanyayê li zarokê 15 salî yê bi navê Emîn Ataoglan û zarokê 17 salî yê bi navê Mûhammed Zaker Amen daye.

Hate diyarkirin ku ev herdu zarok bi lêdanê hatine binçavkirin û di erebeya zarokan de jî polîsan li zarokan dane.

Her du zarokên ku hatibûn binçavkirin, piştî ku serbest hatin berdan ji bijîşk rapora derbkirinê stendin.  Hat diyarkirin ku ji ber lêdanê pişta zarokan xwîn bûye û enîşka wan birîn bûye.

Roja borî li balefirgeha Hannoverê AKP’yiyan êrîşî çalakiya ji bo Efrînê kiribûn. Erdogan diyar kiribû ku polîsên Elmanyayê vê rewşê tenê temaşe dikin û gotibû “Tu dewleteke çawa yî!”