Midûryeta Polîsan ê Hambûrgê Ralf Martîn Meyer ji kovara Der Spîegelê re axivî û ji bo di Civîna G-20’yê ya Tîrmehê de bûyer çênebin, parêzvanên ‘serokê dewletên biyan’ hişyar kir.
Meyer bal kişand ser vî tiştî ku heke bûyer û şer çêbidin wê polîs mudaxele bikin û têkildarî êrîşa parêzvanên Erdogan ên li Washîngtonê ya di Gulanê de jî axivî. Meyer got: “Dîmenên wekî yên dema parêzvanên Erdogan êrîşî xwepêşanderan kirin, wê li Hambûrgê pêk neyên.”
Meyer got: “Polîs wê hebin û ew ê mudaxeleyî bûyerên bi vî rengî bikin.”
‘LI HEMBERÎ POLÎSAN RAYEYA PARÊZVANAN TUNE’
Ralf Martîn Meyer li hemberî bûyerên wekî yên li Hambûrgê hişyarî da û diyar kir ku ‘li hemberî polîsan rayeya parêzvanan’ tune ye.
Meyer wiha anî ziman: “Heke li ser kesê/a ku diparêzin êrîşek pêk were, parêzvanan dikarin mudaxele bikin.”
Ji bo Civîna G-20’yêya di 7-8’ê Tîrmehê de wê li Hambûrgê pêk were heta niha bi kêmanî 25 xwepêşandanên protesyoyî hatine lidarxistin û nêzî 20 hezar polîs hatine peywirdarkirin.