Polîsên AKP'ê papagana li avahiya DÎHA'yê di hundir de hiştin û mohr li derî dan

Polîs û ekîbên maliyeyê yên Tirk, ku danê êvarê haya kesî pê nehesandin û avêtin ser buroya DÎHA'yê ya Enqereyê, papagan Jako yê li avahiya DÎHA'yê di hundir de hiştin û mohr li derî dan.

Polîs û ekîbên maliyeyê yên Tirk, duh êvarê avêtin ser buroya DÎHA'yê ya Enqereyê û piştî jimartinê mohr li derî dan.

Lê li buroya ku deriyê wê hat mohrkirin, papagana kedî Jako ya xebatkarekî ajansê heye. Xebatkarê ku danê sibehê çû buroyê, ji ber mohr li derî hat xistin û mifteya wê hat guhertin, li derî da. Li ser vê yekê papaganê navê "Tolaz" lê hatiye kirin, got, "Heval, ew kî ye?".

"Tolaz" ê ku birçî ye û neyê xwedîkirin wê bimire, bi zimanên Kurdî û Tirkî bi 70 peyvan dizane û dikare pê baxive.

...