Polîsê Tirk li Sûrê kesekî din birîndar kir
Polîsên Tirk ên li Sûrê dest bi êrîşê kirine, Rojavayiyek birîndar kirin.
Polîsên Tirk ên li Sûrê dest bi êrîşê kirine, Rojavayiyek birîndar kirin.
Êrîşa polîsên Tirk a li navçeya Amed Sûrê, ku piştî ragihandina qedexeya derketina derve ji aliyê Walîtiyê ve destpê kir, dewam dike. Dewleta Tirk xetên elektrîk, av û telefon li ser navçeyê birî û ketin-derketina navçeyê girt. Polîsên Tirk ên bi wesayîtên zirxî ketin nava taxan, guleyan li derdorê direşînin. Ji ber gulereşandina polîsan, Kello Esma yê ji Rojavayê Kurdistanê ku li taxa Hasirli dijî, bi fîşeka li mile wî ket birîndar bû. Ji ber êrîşa polîsan gel nikare Esma rake nexweşxaneyê û hewl dide bi derfetên xwe tedawî bike.
Girseya gel jî bi armanca şermezarkirina êrîşa polîsan, çalakiya xwe dewam dike. Taxên Fîskaya û Ben û Sen jî ji aliyê polîsan ve hatin dorpêçkirin. HDP'yî û DBP'yiyên ji bo pêşî li qetilkirina sivîlan bigirin dixwazin biçin navçeyê, li Meydana Deriyê Çiyê dicivin. Heyeta li herêmê disekine bang li Amediyan kir ku bên Meydana Deriyê çiyê. Li vê derê wê daxuyaniyek ji çapemeniyê re bê dayîn û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û parlamenter lê amade bin.
Polîsên Tirk danê sibehê jî li Taxa Hasirli ciwanekî 18 salî birîndar kiribûn.