Polîsê Berlînê li ser dîmenê ANF'ê daxuyaniyeke sosret da

Polîsê Berlînê, ku roja Şemiyê êrîşî xwepêşandêrên ji bo destekkirina PYD û YPG'ê meşiyan kirin, daxuyaniyeke sosret da.

Li ser dîmenê ku ji aliyê ANF'ê ve hate weşandin û tê de dihat dîtin ku Kurdistaniyê bi navê Şemsettîn Sevîm bi giran birîndar dibe, polîs got, "em lêkolîn dikin."

Ji bo biryara Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê ya li ser qedexekirina alên PYD, YPG û YPJ'ê were şermezarkirin, roja Şemiyê li paytexta Elmanya Berlînê xwepêşandaneke girseyî hatibû lidarxistin. Polîsan, hildana alên YPG û YPJ ji xwe re kirin bahane, êrîşî xwepêşandêran kirin û 3 xwepêşandêr birîndar kirin.

Yek ji birîndaran jî Kurdistaniyê bi navê Şemsettîn Sevîm e, ku birîna wî giran e. Dîmenê li ser vê êrîşê, ku ji aliyê ANF'ê ve hat weşandin, ev du roj in di medya civakî de tê parvekirin. Yek ji kesên ku dîmen parve kir, Parlamenterê Partiya Keskan Volker Beck e. Beck di hesabê xwe yê twîtterê de ev pirs li polîsê Berlînê kir: "Ev dîmen rast e, ya jî sexte ye? Li piştperdeya vê yekê çi heye?"

Polîsê Berlînê jî li ser hesabê xwe yê fermî, tenê ev bersiv da parlamenter Beck: "Haya me ji dîmen heye. Fake (sexte) nîne. Em pêwendiya bi bûyerê re lêkolîn dikin."

BERDEVKIYA ÇAPEMENIYÊ BERSIVEKE ZELAL NEDA ANF'Ê

Berdevkiya Çapemeniyê ya Midûriyeta Emniyetê ya Berlînê, ji bo pirsa "Ev twîtta we tê çi wateyê? Mebesta we ji lêkolînkirinê çi ye? Der barê wî polîsê êrîşî xwepêşandêrê Kurd kir wê lêkolîn were kirin?" ya ANF'ê, bersiveke zelal neda.

Rayedarên berdevkiyê ev bersiv da: "Em dîmen lêkolîn dikin û pêwendiya bi bûyerê re lêkolîn dikin. Em lêpirsînê dikin bê li holê sûcek heye yan na." Rayedarên polîsan ragihandin, ku ji bilî twîtta duh, ew ê ti daxuyaniyê nedin.