Polîsan Zanîngeha Dîcleyê xist bin ablukayê

Polîsan Zanîngeha Dîcleyê xist bin ablukayê

Polîsan Zanîngeha Dîcleyê ku duh xwendekarên wê protesto kirin, xist bin ablukayê.

Duh xwendekaran çêkirina navenda polîsan protesto kirin û rastî mudaxaleya polîsan hatin û di kampusê de pevçûn derketin.

Duh di mudaxaleya polîsan de Esra Aydin ya nexweşa epîlepsiyê û xwendekara bi navê Sîbel ku paşnavê wê nayê zanîn birîndar bibûn û piştî tedawiya wan ji nexweşiyê derketibûn. Hat hînbûn ku milê Adin şikestiye û xistine kilsê.

Polîsan ji ber çalakiya du îro tedbîrên ewlehiyê girtin. Hat hînbûn ku polîs li dora zanîngehê digerin.