Polîsan mudaxaleyê qada mîhrîcana Eruhê kirin

Polîsan mudaxaleyê qada mîhrîcana Eruhê kirin

5’emîn mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Çiran ku ji aliyê Şaredariya Eruhê ve tê lidarxistin ji aliyê walitiya Sêrtê ve hat qedexekirin û piştre polîsan xebatên qada mîhrîcanê da rawestandin.

5’emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Çiran ku jialiyê Şaredariya Eruhê ve dihat lidarxistin ji aliyê Walitiya Sêrtê ve hatibû qedekirin. Piştî qedexeyê  xebatên qada mîhrîcanê ya li Taxa Sarigul a kontarên Çiyayê Çirav ji aliyê polîsan ve hate rawestandin. Her wiha li qadê gelek TOMA, wesayîtên tîpa akret û zirxî  û polîsên tîmên taybet hatin bicihkirin.  Hevsrokên BDP’a Eruhê Huseyîn Kiliç Eda Kîlîs, Şaredarê Eruhê Melîh Oktayi, endamên meclisa şaredariyê û meclisa bajar piştî agahî girtin çûn qada mîhrîcanê.

Li aliyê din platforma ji bo mîhrîcanê ji Sêrtê anîbûn jî di têkevina riya Eruh-Şirnexê de ji aliyê polîsan ve şûnde şandin Şirnexê.