Polîsan mudaxale li çalakiya ji bo E.A. yê kir
Polîsan mudaxale li çalakiya ji bo E.A. yê kir
Polîsan mudaxale li çalakiya ji bo E.A. yê kir
Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û Yekîneya Jinên Ciwan ên Welatparêz û Şoreşger (YDG-K) li Wanê boneya şermezarkirina bûyera tecawizê ku li Çewlikê zaroka 16 salî a bi navê E.A rastî tecawiza leşkerên tirk hatibû meşek li dar xist. Li ser mudaxaleya polîsan di navbera ciwan û polîsan de pevçûnên tund rû dan.
Li Taxa Xaçorta Wanê Endamên Tevgera Ciwanên Welatparêz û Şoreşger (YDG-H) û Yekîneya Jinên Ciwan ên Welatparêz û Şoreşger (YDG-K) bi armanca şermezarkirina bûyera tecawizê ku li Çewlikê zaroka 16 salî a bi navê E.A rastî tecawiza leşkerên tirk hatibû meşek li dar xist. Di dema meşê de ciwana li ser dîwaran nivîsên wekî ‘YDG-H’, ‘YDG-K’, ‘PKK’, ‘KCK’, ‘Neçe leşkeriyê nebe celadê gelê xwe’ ‘Dewleta tecawizkar, ji Kurdistanê bicehnime’ ‘Bijî Serok Apo’ û ‘YDG-H wê dawî li tecawuz û tiryakê bîne’ hatin nivîsîn. Her wiha ciwanan sloganên wekî ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Xaçort serhildane, ji Îmraliyê re silave’ hatin berzkirin
Di navbera polîs û ciwanên ku rûyê xwe pêçane de ji ber mudaxaleya polîsan pevçûn derket. Polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxale li ciwanan kir. Ciwanan jî bi kevir, bomya deng û berxoskan (sapan) bersiv da polîsan. Ciwanan di çalakiyê de diyar kirin ku ew dê hesaba vê bûyera tecawizê ji dewletê bipirsin.