Polîsan li Nisêbînê du kes birîndar kirin
Li Nisêbînê polîsan êrîşên li dijî gel dijwartir kirin û ciwanê bi navê Yilmaz Tutak ê ku ji bo alîkariya xizmên Selamet Yeşîlmen a hate qetilkirin hat, birîndar kirin.
Li Nisêbînê polîsan êrîşên li dijî gel dijwartir kirin û ciwanê bi navê Yilmaz Tutak ê ku ji bo alîkariya xizmên Selamet Yeşîlmen a hate qetilkirin hat, birîndar kirin.
Li Nisêbînê polîsan êrîşên li dijî gel dijwartir kirin û ciwanê bi navê Yilmaz Tutak ê ku ji bo alîkariya xizmên Selamet Yeşîlmen a hate qetilkirin hat, birîndar kirin. Welatiyê bi navê Abdulhakîm Aytîmur jî li baxçeyê mala xwe bi bombeyê hate birîndarkirin.
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê qedexeya derketina derve ya roja sêyemîn de polîsan êrîşên xwe dijwartir kirin û sivîlan hedef digirin. Di saetên nîvro de polîsan jina bi navê Selamet Yeşîlmen a li ber mala xwe qetilkirin welatiyên ku hatin alîkariya malbatê jî qetil kirin. Ciwanê bi navê Yilmaz Tutak ê ku ber bi malbata Yeşîlmen ve hat ji aliyê polîsan ve hate gulebarankirin. Tutak ji milê xwe birîndar bû û welatiyên derûdorê ew anîn malê bi derfetên xwe ve mudaxale kirin.
Ambulansa ku ji ber êrîşên polîsan nekarî bikeve taxê welatiyan ew bi derfetên xwe ve birin heta ambulansê û rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.
WELATIYEK JÎ LI BAXÇEYÊ MALA XWE BÛ HEDEFA BOMBEYAN
Polîsên li hemberî berxwedana gel nikarin bikevin taxan vê carê jî li Taxa Devrîmê welatiyê bi navê Abdulhakîm Aytîmur birîndar kirin. Aytîmur ê li baxçeyê mala xwe ji ber parçeyên şarapnelê bi giranî birîndar bû bi ambulansê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Aytîmur li vir girtin emeliyatê.