Polîsan li Kadikoyê êrîşê meresima bibîranînê ya Şehîdên Gulanê kir

Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û rêxistinên ciwanan ên xwestin li Kadikoyê Îbrahîm Kaypakkaya yê pêşengek ji pêşengên nifşê 68‘an û şehîdên meha Gulanê bi bîr bînin. Lê polîsan êrîşê wan kir. Gelek kes bi lêxistin û êşkenceyê destgîr kirin.

Li navçeya Kadikoyê ya Stenbolê polîsan êrîş bir ser Hêzên Têkoşîna Yekbûyî û rêxistinên ciwanan ên xwestin pêşengek ji pêşengên nifşê 68‘an Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên Meha Gulanê bi bîr bînin.

Polîs beriya çalakiyê Operaya Sureyya û derdora wê ya wê meresimê biranînê li bihata lidarxistin dorpêç kir.

Li Kadikoya ji bo bibîranînê Wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglû jî amade bû, girse li ber Dêra Ortodoks a Rûm hat ba hev û bi dirûşmeyên ‘’ Hevrê Îbo nemir e’’, ‘’Îbo, Denîz, Mahîr, bijî têkoşîna me ya yekbûyî’’ dest bi meşê kir.

Polîs pêşî li meşa tê de pankartên ‘’Em ê Îbrahîm Kaypakkaya û Çaran di têkoşîna xwe ya hevpar de bidin jiyandin’’ û ‘’Di sala 49emîn a qetilkirina wan ciwan di rêya Îbo de ne’’ nivîsandî hatin hildan, girt êrîşê girseyê kir û dor lê girt.

Endamên çapemeniyê bi zorê ji qadê hatin bidûrxistin, gelek kesên di bin dorpêça polîsan de bênavber dirûşmeyên ‘’Vîna şoreşker radest nabe’’ û ‘’Rûmeta mirovahiyê wê êşkenceyê têk bibe’’ bi êşkencey hatin destgîrkirin.  

Nehat zanîn ku yên destgirkirî bi kû de birin.