Polîsan li Enqerê dîsa êrîşî HDP’iyan kirin
Polîsan êrîş bire ser yên ku xwestin êrîşa duh a li ser Rêxistina HDP’ê ya Enqerê kiribûn protesto bikin.
Polîsan êrîş bire ser yên ku xwestin êrîşa duh a li ser Rêxistina HDP’ê ya Enqerê kiribûn protesto bikin.
Rêxitstina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) xwestin li dijî destgîrkirin û şideta polîsan a duh a li ser wan li pêşiya avahiyê daxuyaniyekê bidin. Parlementerên HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû, Kemal Peksoz, endamên Meclîsa Partiyê ya Desteya Rêveberiya Navendî û rêxistinên civaka demokratîk li pêşiya avahiya HDP’ê kom bûn.
Çend saet mabû ji daxuyaniyê re polîsan dor li girseyê girtin. Polîsên ku bi dehan wesayît anîn ber derê avahiyê, rê nedan ku gel û rojnamevan dîmen bikişînin.
Polîsan navbera civakî kirin hincet û tenê rê da wekîlên HDP’î û hevşaredar daxuyanî bidin. Li vir hevşaredar Sînemîllîoglû diyar kir ku mafê wan ê herî demokratîk daxuyanî ji destê wan tê girtin û got: “Duh hêzên deweletê bi lêdan û êşkenceyê em li vir destgîrkiribûn. Serê hevserokê me şikandin. Niha jî bi heman armancê em dixwazin daxuyaniyek bidin, lê bi dehan polîs bi hinceta ‘navbera civakî’ rê nadin me. Li dijî avahiya me tevgerekî ya dagirkeriyê heye.”
Parlementerê HDP’ê Kemal Pekoz jî axivî û got: “Êrîşî goristanê me dikin, qeyûman tayîn dikin. Alên Tirkiye bilind dikin. Gelo ma Sêrt axa welatekî din e? ji bin dagirkeriyê rizgar dikin? sûcên qirêj li ser partiya me dikin û lê ti delîlek wan tine. Me çok nedaniye, nadanin. Her kes bila vê bizane.”
Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû jî dema ku diaxivî polîsan êrîş kirin. Gergerlîoglû yê nerazîbûn nîşanî vê da got: “Bêdengkirina dengê gel paşverûtî ye.”
Polîs bi ser Gergerlîoglû ve çûn, daxwaz kir ku dawî li axaftina xwe bîne. Amîrê polîsan ji bo Gergerlîoglû ‘tu’ xîtab kir û got: “Demildest dawî li axaftina xwe bîne.”
Di dema êrîşê de polîsan nûçegihanên Ajansa Mezopotamya (MA) ji herêmê dûr xistin, bi destgîrkirinê gef kirin. Endamên partiyê yên di avahiyê de guh dan daxuyaniyê li dijî êrîşa li ser parlementeran dirûşmên ‘HDP gel e, gel li vir e’, ‘Qeyûm darbe ye’ û ‘Bi berxwedanê em ê bi ser bikevin’ qîr kirin.
Piştî ku nûçegihanê MA ji qadê hate dûrxistin, polîsan êrîşî parlementer û hevşaredaran kirin. Polîsan li Parlementerê HDP’ê Omer Farûk Gergerlîoglû û hevşaredar Vezîr Coşkûn Parlak dan.